‘Rojbûna Ocalan berbangeke nû ji bo civakên bindest e’

Welatiyên ku Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên 90`î de dîtin, rojbûna Ocalan wekî berbangeke nû ji bo civakên bindest bin nav kir.

‘Rojbûna Ocalan berbangeke nû ji bo civakên bindest e’
5 nîsan, 2018   08:20

EHMED REŞÎD-MIHEMED EBDO/HELEB

Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ku di salên 90`î de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibûn, ji ajansa me re axîvin û gotin,ʺRojbûna Ocalan berbangeke nû ji bo civakên bindest e.ʺ

Welatiya bi navê  Fayize Xelîl ku yekem car Ocalan li Akademiya Mahsum Korkmaz li Lubnanê dît, ev tişt got,ʺRêber APO her tim bi me re behsa berxwedan û xweparastinê dikir. Bi saya Ocalan me xwe nas kir û nasnameya xwe dît. Gotinên ku Ocalan di wan salan de gotin, îro di jiyana me ya roja ne de pêk tên.ʺ

Fayize di dawiya axaftina xwe de, rojbûna Ocalan li gelê Kurd pîroz kir û azadî ji bo wî xwest.

Îsmail Qeblan ku Ocalan li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê dîtibû got,ʺOcalan ji bo nêrîna me derbarê Tevgera Azadiya Kurdistanê  û çareseriyên ji bo doza gelê Kurd û avakirina jiyana demokratîk û hevbeş li Rojhilata Navîn, bigre bi me re civiya.ʺ

Îsmaîl tekez kir ku kesên fikir û felsefeya Ocalan nas bike,  ne gengaz e dev jê berde ku bedel çibe û wiha pê de çû,ʺFikirê Ocalan gelek kevneşopî di civaka me de guhartin û jiyana me li ser esasê civakeke azad bi rêxistin kir.ʺ

Sedîqe Mihemed ku Ocalan li taxa Heleba Nû ya Helebê dîtibû bal  kişand ser hevdîtina xwe bi Ocalan û ev tişt got,ʺEz gelekî bi axaftinên Rêberê APO bandor bûm. Taybet gotina wî ya li ser  jinê ku dibêjeʺDema mera jinê li gorî adetên paşverû yên civakê tê birîn, jin tê firotinʺ. Ocalan her tim soza xwe ya avakirina civakeke demokratîk ku her her kes cihê  xwe têde bigre, nû dikir.ʺ

Sedîqe, soza dewamkirina rêya ku Ocalan ji wan re nîşan daye, da.

 

Sedîqe Mihemed di dawiya axaftina xwe de rojbûna Ocalan li gelê Kurd û taybet gelê herêmê pîroz kir.

(kc)

ANHA