Bi boneya rojbûna Ocalan semîner hate lidarxistin

Yekîtiya Rewşenbîrên a Herêma Cizîrê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda yekîtiyê ya taxa Til Hecer a Hesekê sermînerek lidar xist.

Bi boneya rojbûna Ocalan semîner hate lidarxistin
5 nîsan, 2018   08:49

HESEKÊ

Bi dehan rewşenbîr, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şêniyên bajar beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, yek ji rêveberên Yekîtiya Rewşenbîran Ezîz Elî axivî û rojbûan Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan li hemû li gelê Kurd û hemû beşdaran pîroz kir û ev tişt got "Em wekî gelê Kurd bi rêbertiya Rêber Ocalan ser bilind in.ʺ

Elî di berdewamiya axaftina xwe de got ku tişa ku Rêber Ocalan di zarokatiya xwe dikşand bû bingeha şoreşa Tevgera Rizgariya  Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Endama Yekîtiya Rewşenbîran Leyla Boncix wiha axivî "Roja 4`ê Nîsanê roja jidayikbûna feylesof me ye. Yê ku herî zêde girîngî daye gelê bindest û bi taybet jin a ku gelek zilm û zorê dikşîne, Ocalan e."

Leyla got ku nirxandinên Rêberê Ocalan gelek bandor li ser jinê hebû û tiştên ku niha li Rojava diqewimin jî mînaka vê yekê ne.

Di dawiyê de Leyla ev tişt got,"Em weke jin deyndarê fikir û felsefeya Rêber Ocalan in. Ê ku bi saya wî jin ji zilm û zorê û zihniyeta hezarên salan rizgr bû."

(bx)

ANHA