Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin

Bi sedan welatiyên Suryan ên Kantona Qamişlo bi beşdariya tevahî gelên herêmê û nûnerên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê cejna Ekîto pîroz kir. 

Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin
Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin
Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin
Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin
Gelên herêma Cizîrê cejna Ekîto pîroz kirin
1 nîsan, 2018   15:01

QAMIŞLO – Cejna Ekîto tê wateya vejîna xwezayê û zayîna jiyaneke nû. Di şahiya pîrozbahiyê de Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Serokê Desteya Têkîliyên Derve Ebdulkerîm Umer û Serokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo amade bûn. 

Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre koma mûzîkê hunera xwe pêşkêş kir. Di berdewama şahiyê de bi navê Yekîtiya Suryanî Yeşû Gewriye aixvî bixêrhatina beşdaran kir û cejna Ekîto li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir. 

Gewriye da zanîn ku ew di vê rojê de vê peyamê didin kesên ku hewl didin tevlîheviyê bixin navbera gelên herêmê de, ʺGelê Sûriyeyê li hember hemû êrîş û destwerdanên dijmin, yek e.ʺ

Piştre Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Hena Hena jî cejna Ekîto li gelên Bakurê Sûriyeyê pîroz kir û wateyê vê cejnê şîrove kir. 

Hediye Yûsif jî axivî, cejna gelê Suryan pîroz kir û wiha got, ʺEm bejna xwe li hember şehîdên şoreşa Bakurê Sûriyê ditewînin. Di vê şoreşê de ji bo avakirina jiyaneke nû li ser esasê hezkirin û biratiya gelan, xwîna gelên Kurd, Ereb û Suryan tevlîhev bû.ʺ

Hediye anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyê bi cejna Ekîto re soza berxwdanê nû dike û wiha domand, ʺMe jiyaneke hevbeş ava kir û axa welatê xwe li dijî komên çete yên dewleta Tirk parast. Îro em soza berxwdanê û bilindkirina asta têkoşînê nû dikin.ʺ

Piştre peyamên pîrozbahiyê yên ʺMala Êzidiyan a herêma Cizîrê, Kongreya Star, Partiya Modernîteya Demokratîk û hwdʺ hatin xwendin. 

Piştî axaftinan, koma Enan a dîlanê û koma Marîna ya mûzîkê hunerên xwe pêşkêş kirin. Şahî bi stranên Suryanî ji aliyê dengbêj Avram ve bi dawî bû. 

(mm)

ANHA