Sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan

Bi nêzîkbona rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li bajaroka Taşlûgê ya girêdayî Kantona Kobanê sînevizyonek li ser jiyana Rêbertiyê hat pêşandan.

Sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan
Sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan
Sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan
Sînevizyonek li ser jiyana Ocalan hat pêşandan
1 nîsan, 2018   15:23

KOBANÊ - 4ʹê Nîsanê rojbûna 70ʹî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. bi boneyê Kongreya Star bi hevserokên komînên bajarokên Taşlûgê û Til Xezalê re civiya. Di civînê de sînevizyonek li ser jiyana Rêbertiyê hat pêşkêşkirin. 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Akademiyên Civaka Demokratîk Mesûd Bozî axivî, rojbûna Rêbertiyê li tevahî gelên cîhanê pîroz kir û tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin şermezar kir. 

Piştre sînevizyonek li ser jiyan û têkoşîna Rêbertiyê hat temaşekirin.

Civîn bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Ocalanʺ û ʺBijî berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA