Gelê Silêmaniyê komkirina alîkariyê ji bo Efrînê didomînin

Li Silêmaniyê Kampanya Komkirina Alîkariyê ya ji aliyê Heyva Sor a Kurd û Bijîşkên Derûnî yên Sînornenas ve ji bo gelê Efrînê hatî destpêkirin, nêzî du mehane didome.

Gelê Silêmaniyê komkirina alîkariyê ji bo Efrînê didomînin
1 nîsan, 2018   14:30

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Aştî ya Silêmaniyê Heyva Sor a Kurd û Bijîşkên Derûnî yên Sînornenas ji bo gelê Efrînê nêzî du mehane kampanya komkirina alîkariyê destpêkirine û hê didome.

Di kampanyayê de  şîr, derman, xurek, betanî û kon tên komkirin. Wê alîkariya tê komkirin ji bo koçberên Efrînê re were şandin.

Bi giştî ji Silêmaniyê, Ranya, Qeladiz, Kerkûk, Germiyan, Helebce û çend navendên din heya niha 8 kamyon alîkarî ji bo gelê Efrînê ji Başûrê Kurdistanê çûye.