ʹEger ENKSʹê xeta xiyanetê bernede malbatên şehîdan rehmê lê nakinʹ

ʹEger ENKSʹê xeta xiyanetê bernede malbatên şehîdan rehmê lê nakinʹ
1 nîsan, 2018   14:16

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Hacid Hesen da zanîn ku eger ENKSʹê di bin sîwana îtîlafê de bimîne û xwe ji Meclîsa xayînan nekişîne, ew ê bibe hedefa malbatên şehîdan.

HESEKÊ – TEV-DEM bi şêniyên bajarê Hesekê re civiya û rewşa dawî ya herêmê ji gel re nirxand.  

Civîn bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEMʹê Cahid Hesen axivî, bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya Efrînê û wiha got, ʺŞervanên YPG/YPJʹê di berxwedana li dijî dagirkeriyê de destaneyên lehengiyê dinivîsin. Dewleta Tirk dagirkirina Efrînê piştî 58 rojên berxwedanê û bikaranîna hemû cûreyên çekan, wekî serkeftinekê bi nav dike. Di cîhanê de gelek şer rû dane, lê tu carî dewleteke ku duyemîn hêza NATOʹyê be di rojekê 72 balafirên şer bi kar bîne.ʺ

Hesen bêdengiya navneteweyî li hember êrîşên dagirkeriyê wiha nirxand, ʺTevahî dewletên ku li hember komkujiyên dewleta Tirk bêdeng dimînin, şirîkên van komkujiyan in. Ji destpêka şoreşa Rojava de, me bi hêza xwe li dijî terorê şer dikir. Baweriya me heye ku dê hêzên YPG/YPJ/QSDʹê Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.ʺ 

Derbarê meclîsa Entanê de  û endamtiya ENKSʹê tê de jî Hesen wiha axivî, ʺEger ku ENKSʹê xwe ji meclîsa xayînan nekişîne, ew ê bibe hedefa malbatên şehîdan.ʺ

Civîn bi nîqaşan dom kir û bi bersivdayîna pirsên beşdaran bi dawî bû. 

(mm)

ANHA