Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Sûriyê hewl dide ewlekariya Israîl biparêze û bi Rûsiya û Amerîka re dikeve nava lîstokan û komên çete yên ku bi fermanên wê tevdigerin dixabîne. Rojnameyan her wiha destnîşan kirin ku rêjîma Sûriyê jî piştî Dûma hewl dide li başûrê Sûriyê eniyeke nû veke.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
29 adar, 2018   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî yên îro derketine mijarên wekî armanca destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de ji bo parastina ewlehiya Israîl, her wiha Tirkiyê hin bi Rûsya re û him jî bi Amerîkayê dikeve lîstokan dike û komên çete dixabîne derketin pêş. Rojnameyan her wiha  bal kişandin ku rêjîma Sûriyê hewl dide piştî Dûmayê li aliyê başûr eniyeke veke. Hin rojnameya giranî dane rewşa Iraqê û pêşketinên li herêma Kurdistanê.

Sûriya û Îran itîfaqa Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Til Rifetê qebûl nakin

Rojnameya El-Heyat têkildarî îtîfaqa Tirkiyê û Rûsya li ser Til Rifet a herêma Şehbayê nivîseke bi sernavê " Sûriya û Îran itîfaqa Rûsya- Tirkiyê ya derbarê Til Rifetê qebûl nakin" weşand. Li gorî nivîsê "  «Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê» diyar kir ku rêjîma Sûriyê û Îran îtîfaqa Rûsya – Tirkiyê ya derbasbûna hêzên Tirk ji bo herêmê qebûl nekirin. Leşkerên Rûs ji destpêka operasyona leşkerî ya li herma Efrînê li Til Rifet belav bûne. «Çavdêriyê» her wiha hişyar kir ku heke herdu aliyan xwestin Îtîfaqa Rûsya- Tirkiyê îbtal bike, şer di navbera «Milîsên girêdayî Îranê» û komên «Çeqla Zeyûtnê» de derkeve."

An şertên Rûsiya qebûl bikin an şer bikin

Rojnameyên Erebî derbarê rewşa meydanî li Sûriyê, pîlanên Tirkiyê û Rûsya di Sûriyê de, her wiha lîstokên Tirkiyê di Sûriyê bi navê parastina ewlehiya Israîlê mijarên cûda girtin dest. Rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê "»Şeklê« îtîfaqa li ser Dûma çareseriya leşkerî dûr dixîne" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Bajarê Dûma yê Xûtaya Rojhilat li hêviya çarenûsa xwe ye. Her wiha danûstandin di navbera Rûsya û »Ceyş El-Isalm« didome. Her wiha li ser îtîfaqa »lihevkirinê« an çekdarên rêxistinê û malbatên wan bêne derxistin an jî rêjîma Sûriyê operasyoneke »berfireh« li ser bajar pêk bîne di nava danûstandinan de ne."

Bi heman armancê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîseke bi sernavê "Derbarê Dûma û Til Rifet danûstandinên germ têne kirin" avêt. Di nivîsê de ev tişt tê gotin "Duh di navbera Rûsya û »Ceyş El-Isalm « de danûstandin li ser Dûma ku bergeha herî dawaî ya opozisyonê li rojhilatê Şamê ye dewam kirin. Di heman demê de jî, ji bo derbaskirina artêşa Tirk ji bo Til Rifet a Helebê danûstandin di navbera Mosok û Enqerayê pêk hatin."

Tirkiyê hewl dide bi riya Sûriya ewlehiya Israîl biparêze

Rojnameya El-Qudis El-Erebî bal kişand ser pîlanên Tirkiyê yên di Sûriyê de û rola wê di parastina ewlehiya  Israîl de, di nivîsa bi sernavê "Tirkiyê cardin bi hêz pêşniya  li şûna «Hêzên Sûriyeyê Demokratîk» hevkariyê bi «Artêşa Azad» re bike pêşkêşî Washingtonê dike"  tê gotin "Çavkaniyek nêzî Serokatiya Tirkiyê diyar kir ku rayedarên Tirk di danûstandinên bi rayedarên Emerîkî re fikira ku dewletên yekbûyî dev ji «Hêzên Sûriyeyê Demokratîk» berde û  bi «Artêşa Azad» ya ku destekê ji Tirkiyê digere bibe hevkar pêşniyar kir."

Rojnameyê her wiha got, " Rêveberê Rojnameya «Daylî Sebah» a Tirkiyê Serdar Kareguz di gotareke xwe de got ku hevkariya Amerîka, Tirkiyê û Artêşa Azad dê hêza Washingtonê di Sûriyê de û berjewendiyên wê di Rojhilata Navîn dê misoger bike her wiha dê ewlehiya Israîl biparêze."

Başûr ji bo dema pêş armanc e

Rojnameya El-Ereb jî bal kişand li ser armanca hêzên rêjîmê  ya piştî Xûtaya Rojhilat, di vê derbarê de nivîseke bi sernavê "Rêjîma Sûriyê Dûma difetisîne û çavê wê li  başûrê Şamê ye" avêt. Di nivîsê de tê gotin ku heger danûstadinên bi "Ceyş El-Isalm" re bi ser nekeve hêzên rêjîmê dê amadekariyên operasyoneke mezin li dijî Dûmayê bargeha herî dawî ya opozisyona Sûriyê li Xûtaya Rojhilat  pêk bîne."

Hêzên Iraqê piştî vekişandina PKK‘ê li Nînewa belav dibin

Derbarê rewşa Iraqê jî, gelek mijar derketin pêş, ji wan, Rojnameya El-Heyat sernavê " piştî vekişandina çekdarên «El-Kurdistanî» Hêzên Iraqê li Nînewa belav bûne" avêt. Rojnameyê destnîşan kir ku Hêzên artêşa federal û «Heşid El-Şabî» piştî vekişandina partiya «Karkerên Kurdistanê»li derdora Şengalê û hetanî sînorê Sûriyê belav bûne.

Desthilatdariya herêmê êrîşî xwepêşandêran dike

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa xwepêşandanên gelê li herêma Kurdistanê kir, di vê derbarê de nivîsek bi sernêv "Serokê Hikûmeta Kurdistanê: Em ê hemû tedbîran bigirin da ku qarebalex li bajaran çênebe" û Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Hêrsa gel li dijî malbata Barzanî li wargehên wan zêde dibe" avêtin. Di nivîsê de tê gotin" Desthilatdariya herêma Kurdistana Iraqê di vemirandina xwepêşandanên girseyî de ku li Hewlêr û Dihok hatibûn lidarxistin, bi ser bikinve. Xwepêşandina li dijî sîstema paşxistina mûceyan pêk hat. Xwepêşandana li Silêmanî jî veguherî mîtîngê."

Di berdewama nivîsê de hate gotin, "Careke yekemîn e ku welatiyên Hewlêr û Dihokê li dijî hikûmeta herêma Kurdî ya ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê bi serkêşiya Mesûd Barzanî serweriyê dike, radibin. Çavdêr jî texmîn dikin xwepêşandanên ku roja yekşemê destpê kirine veguherin ‘‘Şoreşa birçîbûnê‘‘, lê desthilatdariya li dijî çalakgeran hemleya girtinê da destpêkirin."

Ewrupa ji bo cezayên nû li dijî Tehranê feriz bikin tevdigerin

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek bi sernavê "Ji ber fuzên Hûsiyan, Ewrupa li dijî Îranê di nava tevgerê de ye" weşand. Di nisîvê de wiha tê gotin "Doplomatan eşekere kirin ku dewletên Ewerupa  ji bo cezeyên nû li dijî Tehranê feriz bidin di nava danûstandinan de ne. sedemên ferizkirian cezayan jî gelek in wan  fuza balistîk a ku Hûsiyan roja yekşema derbasbûyî avêtibûn Riyadê. Çavkaniyan her wiha destnîşan kirin ku biryara dawî ya ceze dê roja 16‘ê Nîsanê bi civîna wezîrên karên derve yên dewletên Ewrupa derkeve."

Îsraîl li dijî meşa sibe xwe amade dike

Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Israîl ji bo «Meşa vegerê» bi bersivîne û sînaryoya «binçavkirinê» amadekariyan dike" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku "Hêzên Israîl ji tirsa ku pêşeketinên dramatik sibe pêk «Çalakiya meşa mezin a vegerê » werin amadekariyan dike. Ji wan hemleyan binçavkirina li ser sînorê Xezayê pêk bîne."

(bb)