Bi rihê netewî tevî Berxwedana Serdemê bû

Beşek mezin ji gelê Efrînê yên ji hemû beşên civakê cihê xwe di nava Berxwedana Serdemê de girtin. Welatiyê bi navê Arif Hebeş  (49) jî yek ji welatiyên ku bi gelek rêbazan tevlî berxwedanê bû ye.

Bi rihê netewî tevî Berxwedana Serdemê bû
29 adar, 2018   09:05

SOLÎN REŞÎD- ARIF SILÊMAN

ŞEHBA- Arif Heyder Hebeş ji gundê Meskê ya navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Arif ji destpêka êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi gelek rêbazan cihê xwe di Berxwedana li dijî êrîşakan de girt. Di destpêkê de welatiyên birîndar derman dikir û welatiyên ji ber êrîşan şehîd dibûn vedighestin. Xebatên xwe li eniyên Bilbilê û Raco pêk tanî.

Arif bi welatparêziya xwe tê nas kirin. Di sala 2004'an de dema li taxa Eşrefiyê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helpça rawestiyan, rêjîma Sûriyê wan asteng kir, lê wan guh li wan ne kir û çalakiya xwe dewam kirin. Hêzên rêjîmê gule li wan reşandin, di wê demê de hevjîna Arif Ferîda Ehmed Ehmed şehîd bû, Arif jî di destê xwe û lingê xwe de birîndar bû.

Arif derbarê berxwedana li Efrînê jî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne. welatiyên sivîl bi bombe û topên xwe hedef digirin û komkujî pêk anîn. Li gundê me Meskê çeteyan welatiyê bi navê Ebû Esed ku temenê wî zêdeyî 70 salî bû êşkence kirin,lê dan û terktora wî ya çandiniyê jê standin."

Arif di berdewama axaftina xwe de jî desntîşan kir Artêşa Tirk û çeteyên wê şerê pskolojî li dijî welatiyan bikar tîne û wiha dom kir: "Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekên giran bikar tanîn in. Bi vê yekê tirs dixistin dilê welatiyan. Destpêkê derdora gu ndan û navçeyan bombebaran û topbaran dikirin, lê paşê êrîşî gundan û bajaran kir. Armanca dewlet Tirk ew e ku dîmografiya herêmê bide guhertin."

Arif da zanîn ku hêzên YPG/YPJ'ê hîn li Efrînê ne û wiha dom kir: "Hêzên me hîn li Efrînê ne, li dijî dagirkeriya Tirkiyê şer dikin, soza xwe ya parstina Efrînê û rizgarkirina wê hîn jî pêk tîn in."

Welatiyê bi navê Arif Hebeş di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "heta niha tu rêxistinên mirovî û saziyên mafê mirovan alîkariya me nakin. Hîn jî derbarê komkujiyên li diîj gelê Efrînê pêk tên bê den in."

(dc)

ANHA