Di Hefteya Lehengiyê de nasnameya 6 şehîdan hate eşkerekirin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn û di heman demê de nasnameyên 6 endamên Hêzên Asayîşê yên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

29 adar, 2018   10:21

HELEB – Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi wesîleya şehadeta Fermandar Mahsûm Qorkimaz (Egîd) û şehîdên Hefteya Lehengiyê, nasnameyên 6 endamên Hêzên Asayîşê yên ku di encama bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê şehîd bûbûn, eşker kirin.

Merasîm li Qada 7 Şehîdan a ku dikeve aliyê başûr yê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl, Hêzên Asayîşê, HPC û şervanên YPG`ê tevlî merasîmê bûn.  

Merasîm bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zelîxa Şêx Qember, bi navê Hêzên Asayîşê Fermandar Rewşen Efrîn, bi navê Kongreya Star Semîra El-Şêx axaftin hate kirin û di axaftinan de şehîdên Hefteya Lehengiyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Di axaftinan hate gotin ku şervanên YPJ/YPG`ê li hember êrîşên dagirkeran û komployên ku li hember herêma Efrînê tên kirin berxwedaneyke lehengî di dema ku hemû rêxistinên mirovahî û mafên mirovan rewşa elê Kurd paş guh kirine, meşandin û berxwedaniya wan dewam dike.

Her wiha soza tolhildana ji şehîdan re hate dayîn û hate tekezkirin ku ew ê  li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê bê çare nemînin.

Bi navê malbatên şehîdan axaftina hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan heta ku hemû gelê bin dest werin rizgarkirin hate dayîn û hate destnîşankirin ku xwîna şehîdên wan tu carî li erdê namînin.

Paşê, nasnameya 6 şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şîhan Şêxo ve hate xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên şopandina rêya şehîdan bi dawî bû.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Nav û paşnav: Mehmûd Hesûn

Navê dayikê: Sebah

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Heleb 1989

Cih û dîroka şehadetê: Cindirêsê 10/Adarê/2018

*****

Nav û paşnav: Ehmed Helaq Yasircî

Navê dayikê: Amal

Navê bav: Mistefa

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Heleb 1972

Cih û dîroka şehadetê: Cindirêsê 10/Adarê/2018

*****

Nav û paşnav: Hisên Xorto

Navê dayikê: Celîla

Navê bav: Qazqulî

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Heleb 1995

Cih û dîroka şehadetê: Cindirêsê 10/Adarê/2018

*****

Nav û paşnav: Elî Taşo

Navê dayikê: Wehîda

Navê bav: Îsmaîl

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Raco 1979

Cih û dîroka şehadetê: Cindirêsê 10/Adarê/2018

*****

Nav û paşnav: Reşîd Nasan

Navê dayikê: Fîdan

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Heleb 1996

Cih û dîroka şehadetê: Şiyê 10/Adarê/2018

*****

Nav û paşnav: Ela El-Dîn Nûrî

Navê dayikê: Meqbûla

Navê bav: Omer

Cih û dîroka jê dayikbûnê: Kobanê 1999

Cih û dîroka şehadetê: Şiyê 10/Adarê/2018

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

(bx)

ANHA