Asayîşa PDK'ê Cîgira Serokê Tevgera Azadî binçav kir

Cigira Serokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir li navçeya Zaxo ji aliyê asayişa PDK’ê ve hate binçavkirin.

Asayîşa PDK'ê Cîgira Serokê Tevgera Azadî binçav kir
29 adar, 2018   06:09

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgira Serokê Tevgera Azadî Şîlan Şakir duh bi şev saet 22'an li navçeya Zaxo ya Duhokê ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate binçavkirin.

Derbarê mijarê de Berdevka Tevgera Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên daxuyaniyek nivîskî belav kir û got; "Şevê din saet 22:00'ê Cîgira Serokê Tevgera Azadî heval Şîlan Şakir ku çend roj bû ji bo karekî rêxistinî çûbû Zaxo, şevê din ji aliyê hêzên asayişa PDK'ê ve bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin.

Dema Şîlan Şakir serdana mala endamê Tevgera Azadî heval Mihemed Zaxoyî kir, hêzên asayişê dor li malê girtin wan birin navenda asayişê. Em vê helwesta asayişa PDK'ê bi tundî şermezar dikin. Pêwîste di demek zû de heval Şîlan û hevalên din bên berdan. Silametiya giyanî ya hevalên me li ser PDK'ê ye."