' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'

Jina Efrînî ya li Şehbayê, got "Ma hemû xaka Tirkiyê têra Erdogan nake heta êrîşî Efrînê kiriye. Lê baweriya me bi hêzên me yên YPG/YPJ'ê heye ku wê Efrîn rizgar bikin."

' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'
' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'
' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'
' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'
' Ma Tirkiyê têra Erdogan nake, êrîşî Efrînê kir'
29 adar, 2018   06:25

SÎMAV XELÎL- HENAN MIHEMED

ŞEHBA- Ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser katnona Efrînê û hedefgirtina sivîlan, welatî neçar man ku hemû tiştên xwe li pey xwe bihêlin û koçber bibin. Welatiyên Efrînê di koçberiyê de jî di hemû şert û mercan de liber xwe didin.

Ji ber rewşa jiyanî ya zehemt welatî alav û madeyên xwe li ser peyarê difroşin da ku pêwîstiyên xwe yên wekî din pêk bîn in. Di her çend metreyan de tu dibîne ku kesek tiştan difroş in.

welatiyên Efrînê yên li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi cih bûne ji ajansa me re axivîn û ne razîbûna xwe ya derbarê êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê anîn ziman.

Jina bi navê Horiya Mihemed Mustefa derbarê mijarê de wiha got: "Ji ber êrîşa hovane ya Arêtşa Tirk û çeteyên wê ya bê ser û ber li ser herêmên me, em ji warê xwe derketin. Ji ber ku rewşa jiyanî li vir zor e, hûn dibîn in ez tiştan difroşim da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikim."

Horiya di berdewama axaftina xwe de pirsyar kir wê heta kengî rewşa wan wiha bimîne û wiha dom kir: "Heta kengî em ê di vê rewşê de bimînin. Erdogan heta kengî wê Efrînê dagir bike?."

Horiya her wiha bê dengiya civaka navdewletî  jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewelta Tirk hemû hêza xwe û derfetên xwe yên heyî xist êrîşa li ser Efrînê, beranberî vê yekê civaka navdewletî heta niha bê deng e û rola xwe pêk nanî."

Horiya di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku baweriya wê bi hêzên YPG/YPJ'ê heye û ev tişt anî ziman: "baweriya me bi şervanên me pire, ew ê dagirkeriya Tirkiyê têk bibin û wê herêmên me rizgar bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin warê xwe."

(dc)

ANHA