Di rewşên herî zehmet de, sembola berxwedanê radikin

Welatiyên Efrînê di rewşa koçberiyê ya zehmet de jiyan dikin û hemû jî di wê baweriyê de ne ku warê wan rizgar bibe û vegerin malên xwe.

Di rewşên herî zehmet de, sembola berxwedanê radikin
29 adar, 2018   05:27

ŞERVÎN MUSTEFA- TOLÎN HESEN

ŞEHBA- Li gundê Til Şiîr a kantona Şehbayê ya herêma Efrînê ku di sala 2016'an de di encama şer de wêran bû û şêniyên gund neçarî koçberiyê hatin kirin. Di gundê ku piraniya wî wêran bû ye de zêdeyî 300 malbatan ku piraniya wan jin û zarok in jiyan dikin. Welatî ji ber bombebaran û topbarana Artêaş Tirk û çeteyên wê neçar bûn ji Efrînê derkevin.

Di malên hatine hilweşandin û hin ji wan wêran bûne de welatî jiyan dikin. Derbarê vê rewşê de Rêxistinên mirovî beranberî vê jiyana zehmet de erka xwe pêk neyîn û alîkariya welatiyan nakin.

Jina bi navê Elya Hecî Elî ya ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efîrnê diyar kir ku ew û 4 malbatên din bi zarokên re xwe di maleke ku piraniya wê wêran bû ye de jiyan dikin û ev tişt anî ziman: "Em neçar bûn ku ji mala xwe derkevin. Ji ber ku balafiran bi dijwarî taxên me bombebaran dikirin. Em niha di xaniyekekî wêrankirî de jiyan dikin. Reşwa me dijware, lê em ê liber xwe bidin ji ber dema bajarê me ji çeteyan rizgar bibe, em ê vegerin warê xwe."

'Em dagirkeriyê qebûl nakin'

Welatiyê bi navê Ekrem Begdaş 2 sal berê dema li nêzî Helebê bû mayînek pê ve teqiya û lingê xwe winda kir.niha jî ji Efrînê koçber bûye û li herêma Şehbayê dimîne. Li koçberiê dibêje ku wê Efrînê ji Artêşa Tirk û çeteyên wê were paqijkirin û wê careke din vegerin warê xwe. Bekdaşê ku ji Helebê vegeriya Efrînê û niha ji ji Efrînê koçber bûye jî wiha got: "Artêşa Tirk û çeteyên wê malên me talan kirin, welatiyên sivîl kuştin. Em ê tu carî dagirkeriya wan ji bajarê me re qebûl nekin. "

Begdaş di dawiya axaftinax we de jî destnîşan kir ku hêviya wan bi hêzên YPG/YPJ'ê mezine û wiha axivî: "Dema erebeyeke şervanên YPG/YPJ'ê di ber me re diçe Efrînê em lê temaşa dikin. Heta ji me xuya dike, ji ber baweriya me bi hêzên me mezine, ku wê bajar û gundên Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin."

Jina bi navê Emîna Silo ya ji bajarê Efrînê jî derbarê mijarê de wiha got: "Em ji tirsa  topbaranê ji bajarê xwe derketin. Nihe jî em ê hemû reşwan tehemûl bikin, ya girîng em vegerin bajarê xwe, em li bendene Efrîn rizgar bibe, da ku em vegerin warê xwe."

Welatiyê bi navê Mezlûm Emîn Hesen ê ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê tevî malbata xwe di odeyeke wêrankirî ya Til Şeîr de jiyan dike. Derbarê êrîşa li ser Efrînê û bê dengiya civaka navdewletî wiha axivî: "Civaka navdewletî derbarê rewşa me ya mirovî bê denge, ma gelo kor in rewşa sivîlên Efrînê nabîn in, nabîn in zarokên me li çolan e. Rewşa wan a mirovî gelek xirab bûye. Pêwîstiya gelê me bi alîkariyên mezin heye."

Rêveberiya Xweser a Kantona Efîrnê û Mclîsa Kantona Şehbayê ji bo alîkariya koçberên Efrînê yên hatine Şehbayê seferber bûne.

(dc)

ANHA