Rojname: Rejîma Sûriyê hêzên xwe li derdora Doma bi cih dike

Li gorî rojnameya El-Wetan hêzên rejîmê hêzên xwe li derdora bajarê Doma bi cih dike û eger çeteyên Ceyîş El-Islam qebûl nekin ku ji bajarê Doma derkevin, ew ê dest bi hemleya leşkerî bikin.

Rojname: Rejîma Sûriyê hêzên xwe li derdora Doma bi cih dike
28 adar, 2018   11:10

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya El-Weten ku nêzî rêjîma Sûrî ye anî ziman ku rejîm hêzên xwe derdora bajarê Doa zêde dike da ku zextê li ser çeteyên Ceyîş El-Islam bike ku ji bajarê Doma derbikevin.

Li gorî agahiyên rojnameya El-Weten ji jêderekî leşkerî girtiye ger çeteyên Ceyîş El-Islam hevpeymana xwe kişandine ji bajarê Doma qebûlnekin wê hêzên rejîmê destbi hemleyea leşkerî bikin. Her wiha jêdera leşkerî ji rojnameyê re da ye zanîn ku ew hewldidin ku çeteyên Ceyîş El-Islam Doma jî mîna herêmên Xûta Şerqî teslîmî rejîma Sûrî bikin.

Di encama hevpeymana bi Rûsya re çete û sivîl ji Xûta Şerqî derketin û berê xwe dan herêma bakurê Sûriyeyê. Di vê çarçevê de Wezareta Parastine ya Rûsya roja çarşembê raghandin ku ji 28`ê sibatê ve 128 hezar kes ji Xûta Şerqî derketine.

Êrîşa Rûsya li ser Xûta Şerqî û êrîşa Tirkiyê li ser Kantona Efrîne di encama hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de ye.

(np)