Dewreya 5‘an a fermandarên QSD‘ê bi dawî bû

Li Akademiya  QSD‘ê ya Şehîd Ezîz Ereb dewreya 5‘emîn a 32 fermandaran hate bi dawîkirin.

Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
Dewreya 5‘an a fermandarên  QSD‘ê bi dawî bû
28 adar, 2018   10:58

GIRÊ SPÎ – Li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb ya QSD‘ê beriya du mehan bi beşdarbûna 32 şervanî dewryeke perwerdeyê ya fermandaran bi navê "Şehîd Merendî" hate vekirin. Di dewreyê de waneyên bîrdozî û leşkerî hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi tûraneke leşkerî dest pê kir. Paşê bi navê QSD‘ê berpirsê akademiyê Kanî Ehmed axivî. Ehmed qedandina dewreya 5‘emîn a fermandaran pîroz kir û hêvî kir erka xwe ya li beramberî parastina welat pêk bînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Kanî Ehmed destnîşan kir ku Sûriyê di rewşeke hestiyar re derbas dibe, ji hundir û derve rastî êrîşan tê û wiha got "Welatê me ji hundir rastî êrîşên bi armanca parçekirinê tê. Li ser vê yekê pêwîste em baldar û hişyar bike."

Kanî Ehmed di dawiya axaftina xwe de got ku şervanên QSD‘ê wê bersiva êrîşan ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ve têne kirin, bidin.

Di dawiya merasîmê de, şervana sunda leşkerî xwarin.

(hh)

ANHA