YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê nasnameyên 6 şervanên YPG‘ê yên di Berxwedana Serdemêde gihiştine şehadetê, eşkere kir.

YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
YPG`ê nasnameya  6 lehengên Berxwedana Serdemê eşkere kir
28 adar, 2018   11:14

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihand û Çapmenî ya YPG‘ê têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Di Berxwedana Serdemê ya ku ketiye roja xwe ya 68‘an de li hember faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê, şervanên me bi bîr û baweriyeke mezin tekoşînek bê hempa dimeşînin. Bi bîr û baweriya ku ji raman û felsefeya jiyana azad girtine û bi zanebûna ku sekna li hemberî dagirkeriyê li ser navê tevahî mirovahiyê di jiyana azad de israrkirin e, berxwedana me didome.

Rêhevalên me bi coş, moral, vîn û lehengiyeke mezin di çeperên pêş de li berxwe didin û bi vê sekna xwe ve dîroka berxwedanê zindî kirin, di rûpelên fedayiyan de navên xwe neqişandin. Rêhevalên me Sîpan Xelat, Amed Botan, Hemze Întîqam, Egîd Cotkar, Rizgar Amed û Ferhad Zagros yên ku di demên cuda yê di Berxwedana Serdemê de heya dawiyê têkoşiyan û gihîştin şehadetê carek dîtir ispat kirin ku, vîna ji gelê xwe girtine û girêdana axê encama wê misoger serkeftin e.

Em weke Fermandariya YPG'ê ya Efrînê dema ku nasnameyên van her şeş hevalên xwe radigihînin em ji tevahî gelê xwe û malbatên van hevalan re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza bi bîranîna wan ve girêdan û heya serkeftinê rêya şehîdan şopandin, nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Amed Botan

Nav û Paşnav: Bedir Memo

Navê Dayikê: Hêvîn

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

…………………………..

Nasnav: Egîd Cotkar

Nav û Paşnav: Heyder Elî

Navê Dayikê: Rehîme

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

………………………………

Nasnav: Ferhad Zagros

Nav û Paşnav: Osman Sidqî

Navê Dayikê: Helîme

Navê Bav: Sidqî

Cihê Ji Dayikbûnê: Girê Sipî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Bilbilê, Tepê Şêxurzê / 11 Adar 2018

………………………..

Nasnav: Hemze Întîqam

Nav û Paşnav: Salih Elî

Navê Dayikê: Suad

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Şam

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 25 Adar 2018

…………………………….

Nasnav: Rizgar Amed

Nav û Paşnav: Recep Toprak

Navê Dayikê: Bîrcan

Navê Bav: Remzî

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 17 Adar 2018

…………………..

Nasnav: Sîpan Xelat

Nav û Paşnav: Omer Cîlo

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Raco, Gundê Qude / 27 Çile 2018