Xebatkarên paqijiyê yên Reqayê li ser kar in

Meclîsa Şaredariya Gel a bajarê Reqayê xebatên xwe yên paqijkirina taxên Reqayê berdewam dike.

Xebatkarên paqijiyê yên Reqayê li ser kar in
28 adar, 2018   09:17

REQA- Xebatkarên Şaredariya Reqayê xebatên xwe yên paqijkirina taxên Reqayê berdewam dike û ji taxa El-Mişleb dest pê kir. Her wiha riya navneteweyî ya di navbera Reqa û Helebê de hate paqijkirin.

Di vê çarçoveyê de berpirsê alavên şaredariyê endezyar Esied Mustefa anî ziman ku dê îro taxa El-Meşleb, kolana Bab Bexdad û Qotelî werin paqijkirin sibe jî taxa Remîle, Deriyê û Romaniyê werin paqijkirin.

Her wiha Mustefa anî ziman ku ew ê tevahiya bajarê Reqayê paqij bikin.

(np)

ANHA