'Efrîn em ji mirinê rizgar kirin, ne mafê Tirkiyê wê dagir bike'

Şêniyên gundên Til Qerah a Şehbayê dagirkeriya dewleta Tirk a ji Efrînê re rade kirin û diyar kirin ku şêniyên Efrînê di nava 4 salên derbasbûyî de bi hezaran welatî ji Artêşa tirk û çetyeên wê yên terorist rizgar kirin. Welatiyan her wiha dane zanîn ku heta şêniyên Efrînê vegerin warê xwe ew ê alîkariya wan bikin.

'Efrîn em ji mirinê rizgar kirin, ne mafê Tirkiyê wê dagir bike'
28 adar, 2018   08:47

CEFER CEFO

ŞEHBA- Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û gûrbûna şer di navbera komên çekdar ên cûda re, bi dehezaran welatiyên ji gelek herêmên Sûriyê berê xwe dan Efrînê. Şêniyên Efrînê bi hemû hêza xwe alîkariya koçberan kirin û ew bi cih kirin.

Şêniyên gundên Til Qerah a Şehbayê yên ji pêkhateyên ereb derbarê rewşa Efrînê ji ajansa me re axivîn û gotin ew ê tu carî dagirkeriya dewlet Tirk a ji Efrînê re qebûl nekin.

Welatiyê bi navê Mihemed Toqmeq derbarê mijarê de wiha axivî: "Efrîn cihê bi ewle ya hemû welatiyên Sûriyê bû. Ez û malbata xwe jî koçber bûn û 4 salan em li navçeya Cindirêsê man. Me ji xêr û xweşiyê pê ve ji wan ne dît, heta niha jî em û kurd bi biratî bi hev re jiyan dikin."

Toqmeq derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê jî ev tişt anî ziman: "Hêzên QSD'ê beşek mezin ji xaka Sûriyê ji teroristan rizga rkirin. Piştî ku beşek mezin ji xaka Sûriyê hate rizgarkirin, Dewleta Tirk dixwaze aramiya li Sûriyê binpê bike, lewma êrîşî kantona Efrînê kirin."

 Xizmê Mihemed ê bi navê Mehmûd Toqmeq de jî wiha got: "Em şêniyên Şehbayê, me gelek zulim û zordarî dîtiye. Gelê Efrînê di wê demê de em himbêz kirin û em bi cih kirin. Rêveberiya Kampê ji me re kamp vekirin û cihên bi ewle ji me re peyda kirin, her wiha pêdiviyên me yên rojane jî bi cih tanî in. Em ê jî niha qenciya gelê Efrînê ji wan re vegerîn in.  Em ê bi hemû hêza xwe alîkariya gelê Efrînê bikin, heta vegerin warê xwe û ji dagirkeriya Tirk xilas bibin."

(dc)

ANHA