Pêwîstiya nexweşxaneya Teqbayê bi alavên tenduristî heye

Komîteya Tenduristiyê ya girêgdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê diyar kir ku pêwîstiyên tenduristî yên pêwîst kêm in û diyar kirin ku piştî qonaxa yekem ji temîrkirina nexweşxaneyê bi dawî kirin cihên piştgiriyê didin xebatên wan paşguh kirine.

Pêwîstiya nexweşxaneya Teqbayê bi alavên tenduristî heye
Pêwîstiya nexweşxaneya Teqbayê bi alavên tenduristî heye
28 adar, 2018   07:52

TEBQA- Çavkaniyên tenduristî ji nexweşxaneya Tebqayê diyar kir ku alav û amadekariya nexweşxaneyê ne li gorî mezinbûna avahiyê ye û destnîşan kirin ku pêwîstiya nexweşxnaeyê bi gelek lavên pêwîst wekî cihê jidayîkbûnê, welidandin û gelek alavên din heye.

Di heman demê de xebatkarên nexweşxeyê di veguheztina xwînê de jî zehmetiyan dikşîn in. Her wiha da zanîn ku hedaneyên zarokan kêm in, lewma welatî neçar dibin ku gelek zehmetiyan bişîn in. heman çavkanî her wiha da zanîn ku derdora 200 nexweşên kulçikan hene, lê nexwşxane nikare alîkariyan wan bike, ji ber alava şuştina gulçikan nîne.

Nexweşxaneya Tebqayê di dema di navbera 15 sibat û heta 15 Adarê derdora  hezar welatiyên nexweş û ên destwerdana lezgîn pêşwazîkiriye.

(dc)

ANHA