Şêniyên Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrîne di tevgerê de ne

Şêniyên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di nava tevgerê de ne ku alîkarî ji bo şêniyên kantona Efrîne kom bikin.

Şêniyên Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrîne di tevgerê de ne
28 adar, 2018   08:13

HÊZA HESEN- KAMÎRAN XOCE

KOBANÊ- Şêniyên Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di nava tevgerê de ne ku alîkarî ji bo şêniyên kantona Efrîne yên neçarî koçberiyê bûne, kom bikin.

Li kantona Kobanê 18`ê adarê Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û PYD`ê ji bo alîkarî ji şêniyên Efrîne re kom bikin, kon vedan. Her wiha konê alîkariyê li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê kon hatin vedan û şêniyên Bakurê Sûriyeyê alîkarî dan.

Têkildarî mijarê endama PYD`ê Rewşen Hacim anî ziman ku şêniyên Bakurê Sûriyeyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bi hêza xwe têdikoşin û di tengaviyê de bi hev re dibin alîkar.

Her wiha Rewşen Hacim di berdewamiya gotinên xwe de bêdengiya dewletên navdewletî li beramberî dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyeyê re bibîranîn.

(np)

ANHA