ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24′ê Adara 2018
24 adar, 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Her malbateke Efrînê çîrokeke wan a koçberiyê ya cûda heye, ema hemû li bendê ne ku gund û bajarên wan careke din werin rizgarkirin û vegerin malên xwe. Welatiyê bi navê Nûrî Mehmûd ê ji Efrînê derbarê berxwedana Efrînê wiha got: "Efrîn wê serbikeve û em ê vegerin gundên xwe.ʺ (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dr. Mihemed Îsa yê ji Efrînê hatiye Şehbayê, iyadeyek biçûk vekiriye û bê pere alîkariya welatiyên kantona xwe yên di rewşa koçberiyê de jiyan dikin, dike. Rojane 12 saetan dewam dike û pêşwaziya welatiyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawa derdora 300 malbatên Efrînê yên ji gelek gund û herêmên Efrînê koçber bûne pêşwazî kiriye. Komîna gund ji bo alîkariya koçberan kar û xebatên xwe zêde kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di bin darên zeytûnan de û bi alavên kêm xaneiyek ji xwe û birayên xwe re çêkir, di bin wan xaniyên ku di koçberiyê de çêkiriye, dilîzin û bîna xwe vedikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyên Efrînê bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê êrîşa hovane ya li ser Efrînê û diyar kirin ku ew di wê baweriyê de ne ku wê herêmên wan rizgar bikin û ew ê vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, şervanên YPG, YPJ û QSD'ê hîn li hemû noqteyên Efrînê hene. Biryara derxistina sivîlan jî bi armanca parastina welatiyan û rê girtina li ber pêkanîna komkujiyan hate girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên Ereb ên Efrînê diyar kirin ku beriya êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêma Efrînê wan jiyaneke bi ewle û azad jiyan dikirin, lê niha êşa koçberiyê dikişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA