Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike

Şaredariya Gel a Şehbayê tevî derfetên kêm xwedî li gelê Efrînê derdikeve û kampekê ji bo wan ava dike. Hevserokê Komîteya Şaredariyê diyar kir ku heta niha tu rêxistinên herîmî yan jî  navneteweyî alîkarî pêkeşî gelê Efrînê nekirine.

Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike
Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike
Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike
Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike
Xebatên avakirina kampa gelê Efrînê li Şehbayê dewam dike
23 adar, 2018   09:55

ARIF SILÊMAN –SÎMAF XELÎL

ŞEHBA – Piştî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê, bi hezaran şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Şaredariya Gel a Şehba û bi hevkariya rêveberiya kantona Efrînê kampekê li navçeya Fafînê ya Şehbayê ava dike.

Xebatên avakirina ku ev çend roj in hatiye destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike.

Di berdewamiya xebatên avakirina kampê de, wê noqteyên tenduristî, dibistan û dîkan werin vekirin.

Hevserokê Komîteya Şaredariyê ya Kantona Şehbayê Mihemed Elo derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku heta niha tu rêxistinên mirovahî yên herîmî û navdewletî alîkarî pêşkeş nekirine.

Elo bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û aliyên peywendîdar kir ku ji bo gelê Efrînê destekê bidin wan da ku kamp bi awayekî baş werê avakirin û hemû pêdiviyên jiyanê pêk bînin.

Li gorî Şaredariya Gel wê derdora 3 hezar kon di kampê de werin bicihkirin.

(kc)

ANHA