‘Nûjiyan kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û bû dengê gelê Şengalê’

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê nûçegihan Nûjiyan Erhan ku ji aliyê çeteyên PDK'ê ve hate qetilkirin bi bîr anî.

‘Nûjiyan kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û bû dengê gelê Şengalê’
23 adar, 2018   10:04

NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, nûçegihan Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) ku  li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji aliyê komeke PDK'ê ya bi navê 'pêşmergeyên roj' ve hate kuştin, bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Nûjiyan kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û bû dengê gelê Şengalê.

Platformê işaret bi tevkariya Nûjiyan Erhan a li rojnamevaniya jinên Kurd kir û diyar kir, ji roja dest bi karê çapemeniyê kir heta 23'ê Adarê roja şehîdbûnê, rastî eşkere kir û bû meşaleyek ji nûçegihaniya jinê re.

Platformê destnîşan kir, jinên Şengalî ku Nûjiyan qîrîna wan a azadiyê ji cîhanê re radigihand, pênûsa Nûjiyan dewr girtine û dane ser şopa wê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em Nûjiyan Erhan ku meşaleya rastiyê ye bi bîr tînin û careke din dibêjin ku em ê li ser şopa rastiyê bin ku di oxira wê de Nûjiyan jiyana xwe ji dest da."