Newroza Beyrûtê: Em ê berxwedan û têkoşînê ji bo Efrînê bilind bikin

Kurdistaniyên ku li paytexta Lubnanê Beyrûtê dijîn bi dirûşmeyaʺBi ruhê Newrozê em Berxwedanê bilind bikin, li Efrînê biserkevinʺNewroza sala 2018`an pîroz kirin. Hate tekezkirin ku bi vê wesîleyê ew ê berxwedan û têkoşînê ji bo Efrînê bilind bikin.

Newroza Beyrûtê: Em ê berxwedan û têkoşînê ji bo Efrînê bilind bikin
23 adar, 2018   09:16

BEYRÛT – Newroz li Baxçeyê Ebû El-Ebd ê li herêma Multeqa El-Nehreyîn a Beyrûtê  bi beşdarbûna kesayetên siyasî û nûnerên partiyan hate pîrozkirin.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û alên YPG/YPJ`ê ve  hatibû xemlandin.

Newroz bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, bi navê rêxistina TEV-DEM`ê ya Beyrûtê daxuyaniyek hate dayîn.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de, bang li civaka navneteweyî, hêzên demokratîk, rêxistinên mafê mirovan û hemû saziyên civaka sivîl kir ku bi erka xwe li hemberî kiryar û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê rabin û destekê bidin gelê Efrînê yê ku koçber bûye.

Piştî daxuyaniya TEV-DEM`ê bi navê Weqfa Newroz a Çand û Civakî Henan Osman, bi navê Komleya Kurd a Lubnanê ya Xêrxwaziyê Mihemed Îbrahîm, bi navê Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokartîk Diyar Qamişlo, bi navê Partiya Sûrî a Neteweyî Hanî Feyad, Serokê Hevdîtina Lubnan-Felistîn Ehmed El-Şawîş, nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî Hemo Miskîvan û bi navê Kongre Star Mirfet Hemo, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, Newroz li hemû gelên herêmê  hate pîrozkirin û hate tekezkirin ku bi boneya vê cejnê ew ê têkoşîna hevbeş a gelên herêmê biparêzin û ew ê berxwedan û têkoşînê ji bo Efrînê bilind bikin.

Her wiha kesên axivî dagirkeriya Tirkiyê ji axa Bakurê Sûriyê re şermezar kirin û berxwedana QSD, YPJ û YPG`ê silav kirin.

Piştî axaftinan, Koma Welatê Rojê şano û dîlan pêşkeş kirin.

Newroz bi silavkirina Berxwedana Serdemê li Efrînê bi dawî bû.

(kc)

ANHA