ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23ʹyê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23ʹyê Adara 2018
23 adar, 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Xebatkarên Nexweşxaneya Avirîn karê xwe yê mirovî niha li kantona Şehbayê jî didomîn in. Tevî ku hemû alavên wan ji ber bombebarana balafirên şer ên Artêşa Tirk hatin wêrankirin, lê car de jî karê xwe di nava koçberan de didomîn in. Xebatkaran bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî ku alîkariyên tenduristî yên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Berxwedana Serdemê bi dawî nebûye, şervanên YPG, YPJ û QSD'ê hîn li hemû noqteyên Efrînê hene. Biryara derxistina sivîlan jî bi armanca parastina welatiyan û rê girtina li ber pêkanîna komkujiyan hate girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hejmarek zarokên di kampa El-Mehokiya ya Reqayê ji ber ava qirêj bi nexweşiya sorikan ketine. Xebatkarên tenduristiyê destnîşan kirin ku ji ber welatî ji neçarî ava bendavê vedixwin û ji bo jiyana xwe ya rojane bikar tîn in ev nexweşî di nava koçberan de belav bûye. Rêxistinên Mirovî jî derbarê vê mijarê bê deng in û alîkariya koçberan nak in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Welatiyê Êzidî yê bi navê Bekir Birîmo yê ji gundê Qîbarê ya bajarê Efrînê da zanîn ku dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî gund bûn, metirsî zêde bûn ku artêşa dagirker wekî DAIŞʹê gelê Êzidî di komkujiyan re derbas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Berxwedana Serdemê derbasî qonaxeke nû bûye. Ev yek moral da gel ku xaka wan rizgar bibe û vegerin malên xwe. Tevî hemû zehmetiyan jî moralê wan bilind e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Welatiyên navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê Sipî ava paqij û zelal ji bîra Tîna digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevseroka Meclîsa Şehbayê Wefai Mustefa diyar kir ku tevî derfetên wan kêm in lê ew alav û pêwîstiyên jiyanî ji welatiyên Efrînê yên koçber re peyda dikin û wiha got: "Lê tiştên têne peydakirin, pêwîstiya welatiyan ku hejmara wan zêdeye pêk neyîne. Pêwîstiya me bi alîkariyên lezgîn heye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Heslbestvanê Kurd Abdullselam Ehmed berxwedan, xweşikî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker di rêzikên helbestekî de vehûnand. Ehmed diyar kir ku berxwedana Efrînê ew neçarî nivîsîna helbestê kiriye  û helbesta xwe bi gotina “Efrîn çiya û koletî li hevdû nakin” helbesta xwe destpê kir.

ANHA