Welatiyê Êzidî: Ji tirsa komkujiyan em ji Efrînê derketin

Metirsîna welatiyê Êzidî Bekir Birîmo yê ji gundê QÎbarê ya Efrînê û malbata wî dema Artêşa Tirk nêzî bajarê Efrînê bû, zêde bû ku dewleta Tirk wekî serdema Osmaniyan li dijî wan komkujiyan pêk bîne. Bekir û malbata xwe tirsiyan wekî komkujiya Şengalê li serê wan jî were.

Welatiyê Êzidî: Ji tirsa komkujiyan em ji Efrînê derketin
23 adar, 2018   04:12

ŞERVÎN MUSTEFA- ARŞÎN NECAR

ŞEHBA- Welatiyê bi navê Bekir Birîmo (72) ji şêniyên gundê Qîbarê ya Efrînê ye. Birîmo ji beriya demekê ve bi malbata xwe re li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyan dikir. Dema êrîş li ser taxcê pêk hat, kurê wî dema parstina taxa Eşrefiyê şehîd bû, biryar da ku vegere gundê xwe Qîbarê ya girêdayî navenda bajarê Efrînê. Careke din vegeriya û malbata wî di karê çandiniyê de dixebitîn da ku qûtê xwe yê jiyanî pêk bîn in.

Birîmo careke din vegeriya cihê bîranînên xwe û li ser warê xwe jiyana xwe ya asayî dewam kir. Heta ku Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin.  Artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane herêma Efrîn bombebaran û topbaran kirin, welatiyên wê dane koçberkirin û komkujî derheqê sivîlan de pêk anîn in.

Êzîdiyên Efrînê ji hemû kesî zêdetir tirsa wan ku dewleta Tirk û çeteyên wê serdema Osmaniyan û komkujiyên ermeniyan li dijî gelê Efrînê û bi taybet êzîdiyan pêk bîn in. Êzîdiyên Efrînê dibêjin ku hîn Şengalê ne ji mêj ve ye û ew jî di wê metirsînê de jiyan dikin.

Bekir Birîmo tevî malbata xwe ku ji 17 kesan pêk tê (zarokên wî û neviyên wî) di roja 17'ê Adarê de koçber bûn. Roja ku tê de koçber bûn Artêşa Tirk û çeteyên wê li taxên Eşrefiyê û Mehmûdiyê yên Efrînê komkujî li dijî sivîlan pêk anîn in.

Malbata Birîmo berê xwe dan gundê Ihris a Şehbayê, lê ji ber zêdebûna hejmara koçberan cih li vir peyda ne kirin û berê xwe dan gundê Til Qerah a herêma Şehbayê. Li vir di maleke nîv ruxyayî de jiyan kir. Bi xwe mal paqij kirin û tê de xwe bi cih kirin.

Bekir Birîmo ji bo debara xwe ya jiyanî nî pêk bîne hin pakêtên cixara ji dikanan peyda kir û li ber mala xwe difroşe koçberên din.

Bekir Birîmo derbarê jiyana xwe ya koçberiyê de wiha got: "Rewşa me ya jiyanî zehmet e. Me mal û milkên xwe li pişt xwe hiştin. Me tenê bîranînê xwe bi xwe re anîn. Niha hûn dibînin ku em 17 kes in di odeyên vala de jiyan dikin. Lê tevî hemû tiştê pêk hatiye em li bendê ne ku warê me rizgar bibe û em vegerin gundê xwe."

Birîmo da zanîn ku ew amade ye li cihê lê jidayîk bûye bi mire û e wê tu car koçberiyê qebûl nekin û wiha got: "Bi izna xweda em ê vegerin warê xwe. Baweriya me bi zarokên me yên Efrînê heye."

Li gundê Qîbarê ku navenda rêveberiya êzîdiyan bû, zêdeyî 250 malên êzîdiyan li gund jiyan dikin.

(dc)

ANHA