ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22′ê Adara 2018
22 adar, 2018   05:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Xebatkarên tenduristî, derman û alavên tendiristiyê ya navenda tenduristiyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kêm in, lê car de jî nava karê xwe didomîne û li gorî derfetan alîkariya welatiyan dike. Rayedarên navendaê bang li rêxistinên têkildar kirin ku alîkariyan wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Komîna Şehîd Tekoşer a gundên Beradê ya navçeya Şêrawa alîkariya koçberên ji herêmên Efrînê hatine dikin. Rêxistinên navdewletî derbarê alîkariya koçberan erka xwe pêk nayîn in, her wiha topbaran û bombebarana Artêşa Tirk li herêmê jî didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Zarokên herêma Tebqayê piştgiriya xwe ya bi berxwedana Efrînê re anîn ziman û Berxwedana Serdemê bi resimên xwe silav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jinên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê kirine gotin ku ew xwediyên heqiyê ne û destnîşan kirin ku raste canê wan li Şehbaye, lê rihê wan hîn li Efrînê ye û dane zanîn ku ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Jinên herêma Tebqayê di hemû aliyên jiyanê de gavan davêje û rola xwe ya di pêşxistina civakê de derdixe pêş. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HERÊMÎ

*Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên temîrkirina kenalizyonê ya nava bajar didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)