Dewleta Tirk li Başûr komkujî pêk anî, 4 sivîl şehîd bûn

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Dolî Baleyan bombebaran kirin, di encamê de 4 sivîl hatin qetilkirin ku 2 ji wan pêşmerge ne.

Dewleta Tirk li Başûr komkujî pêk anî, 4 sivîl şehîd bûn
Dewleta Tirk li Başûr komkujî pêk anî, 4 sivîl şehîd bûn
22 adar 2018   06:03

NAVENDA NÛÇEYAN – Şevê din saet 01:05’ê balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Wesan, Serkan, Mawna ên girêdayî bajarokê Qesrê girêdayî navçeya Çoman a li dola Baleyan a parêzgeha Hewlêr bombebaran kirin.

Di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de 4 welatiyên gundê Serkan şehîd bûn. Du ji wan welatiyan pêşmerge bûn û navê wan Kake Mistefa Ebubekir û Şero Mehmud Îbrahîm e.

Ev herçar welatî ji bo seyranê çûbûn herêmê û herçar hevalên hevdû bûn.

Îro saet 04:30’ê cenazeyê herçar welatiyan hate rakirina morga Nexweşxaneya Soran.

Di rojên dawiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne û di aliyê sînor de 15 kîlometir sînor derbas kiriye û rojane gundên herêmê bombebaran û topbaran dike.