Jinên Efrînê: Rihê me hîn li Efrînê ye

Jinên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê kirine gotin ku ew xwediyên heqiyê ne û destnîşan kirin ku raste canê wan li Şehbaye, lê rihê wan hîn li Efrînê ye û dane zanîn ku ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re qebûl nakin.

Jinên Efrînê: Rihê me hîn li Efrînê ye
22 adar, 2018   05:07

 

SOLÎN REŞÎD- CEFER CEFO

ŞEHBA- Jinên kantona Efrînê yên koçberî Şehbayê kirine gotin ku ew xwediyên heqiyê ne û destnîşan kirin ku raste canê wan li Şehbaye, lê rihê wan hîn li Efrînê ye û dane zanîn ku ew tu carî dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re qebûl nakin.

Di encama êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê bi sedhezaran welatiyên Efrînê koçber bûn. Welatî nema karîbûn di malên xwe de jiyan bikin. Derbarê rewşa gelê Efrînê û komkujiyên pêk dihatin heta niha civaka navdewletî bê deng e.

Jinên Efrînê yên koçberî Şehbayê bûne ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew bi tu awayî dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê qebûl nakin.

Jina bi navê Zekiya Qenber a ji navçeya Meydana ya herêma Raco da zanîn ku ew tevî malbata xwe koçberî gundekî Racoyê kirine û bang li civaka navdewletî, deste û rêxistinên mirovî kir ku zextê li dagirkeriya dewleta Tirk bîn in.

Zekiya her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk wê li Efrînê têk biçe û wê sernekeve.

Jina bi navê Zeyneb Horîn jî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Efrînê re ne razîbûna xwe nîşan da û ev tişt anî ziman: "Tu mafê Erdogan nîne ku xaka me dagir bike û malên me talan bike. Li ser hêzên me dibêje terorist û ew bi xwe li pey avakirina DAIŞ e. ji ber hovîtiya wî em koçber bûn û me malên xwe terik kir. Çi gunehê zarokên me ne ku di bin baranê de meşiyan da ku em gihan vî cihê bi ewle."

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku tevî rewşa wan a jiyanî ya zehmet jî lê baweriya wan bi hêza YPG, YPJ mezin e û ew di wê baweriyê de ne ku we serkeftin a gel û şervanên Efrînê be.

Jina bi navê Emîna Mihemed ji navçeya Cindirêsê kçber bûye û hatiye Şehbayê. Emîna Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê malên wan talan kirine û herêmên wan ruxandine û ev tişt anî ziman: "Çi gunehê sivîlane ku dewleta Tirk şerekî qirêj li dijî me dimeşîne. Banga min ji hemû saziyên mirovî yên navdewletî re ew ku alîkariya van koçberan bikin. Gelek bê cih, bê xwarin û bê derfetên herî kêm ên jiyanê ne."

Emîna di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku baweriya wan bi şervanên Efrînê tê û tekez kir ku vegerin warê xwe û jiyana xwe ya asayî bidomîn in û ev tişt anî ziman: "Erê em li vir in, lê rihê me li kantona Efrînê ye."

(dc)

ANHA