Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hewldana teqînekê têk bir

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê endamê hucreyeke razayî ya bi navê ʺEl-Hût El-Ezreqʺ ku ku erebeyeke bombebarkirî dajot, girt. 

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê hewldana teqînekê têk bir
19 adar, 2018   16:09

MINBIC – Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê endamê hucreyeke razayî ya bi navê ʺEl-Hût El-Ezreqʺ ku ku erebeyeke bombebarkirî dajot, girt. 

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê bi alîkariya gelê herêmê, şevê din çeteyê bi navê Sûhêl Ehmed (Ebû Dîb) ku endamê hucreya razayî ya bi navê ʺEl-Hût El-Ezreqʺ e girt. Sûhêl erebeyeke bombebarkirî dajot û amadekariya teqînekê dikir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Mihemed Ebdulqadir got ku çeteyê bi navê Sûhêl ku erebeyeke Kiya 2700 li sûka kevin a Minbicê dajot, dixwest teqînekê pêk bîne. Tê zanîn ku tevgera gel li vê sûkê zêde ye.

Çete îtîraf kir ku wî teqîna ku li ser riya Helebê (nêzî çerxerêya El-Kutab) pêk aniye.

Ebdulqadir di dawiya axaftina xwe de got ku dewriyên wan şev û roj li nava bajar digerin û ewlehiya herêmê diparêzin. 

Her wiha şevê din Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê li ser agahdariya gel, li gundewarên rojavayê Minbicê bombeyek bêbandor kir. 

(mm)

ANHA