212 şervan tevlî nava refên Meclîsa leşkerî ya Minbicê bûn

Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Bajarê Minbicê, 212 şervanan dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Xelef El- Himêdî bi dawî kir û tevlî nava refên Meclîsa leşkerî ya Minbicê bûn.

212 şervan tevlî nava refên Meclîsa leşkerî ya Minbicê bûn
19 adar, 2018   16:20

MINBIC – Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya Bajarê Minbicê, 212 şervanan dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Xelef El- Himêdî bi dawî kir û tevlî nava refên Meclîsa leşkerî ya Minbicê bûn.

Dewre 15 rojan dom kir û tê de dersên siyasî û leşkerî hatin dayîn. Fermandarê Giştî yê Meclîsa leşkerî ya Minbicê, bi dehan leşker û endamên Saziya Melbatên Şehîdan, beşdarî merasîma derçûnê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanan toraneke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de Fermandarê QSDꞌê Zerdeşt Sor axivî. Zerdeşt bidawîbûna dewreyê li endamên wê û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha domand, "Ev dewre gihîştiye asta ku bikaribe êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê rawestîne. Her wiha hêzên me amade ne parastina gel û welatê xwe bikin."

Di dawiya merasîmê de şervanan sond xwar û dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana Serdemê" berz kirin.

(dr)

ANHA