Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Hisên Cûma re xwest

Gelê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Hisên Cûma re xwest
19 adar 2018   15:55

QAMIŞLO – gelê Kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şervanê YPGꞌê yê ku di encama êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser Navçeya Tirbespiyê şehîd bû re, xwest.

Bi sedan gelê Navçeyên Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Koçer, Çilaxa û gundewarên wê û bi dehan şervanên YPG, Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Asayîşê berê xwe da Bajaroka Çilaxa û sersaxî ji malbata şervanê YPGꞌê Hisên El-Cûma (Demhat) re xwest. Tê zanîn ku şehîd Demhat di encama êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Navçeya Tirbespiyê de, gihîşt asta şehadetê.

Serdana sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Bi navê Endamê Rêveberiya Komîteya Têkîliyên TEV-DEMꞌê Raxib El-Faris axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bixêrhatina hemû beşdaran kir.

Faris di berdewamiya axaftina xwe de got ku gelê herêmê îro bi saya fedekariyên şehîdan di aramî û ewlehiyê de jiyan dikin û wiha axivî, ʺEm bejn û bala xwe li ber xwîna zelal a şehîdên Berxwedana Serdemê û hemû şehîdan, ditewînin."

Her wiha bi navê YPGꞌê Mihyedîn Xêrikî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha domand, "Em êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka me ya pîroz, şermezar dikin. Her wiha em bi rihê berxwedana hevalên xwe yên di Berxwedana Serdemê de, serî ji dagirker û çeteyan re natewînin. Em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û hevalên me yên di çeperên şer de, dixwazin.ʺ

Her wiha Endamê Rêvberiya TEV-DEMꞌê Fûad El-Sadî jî axivî û wiha got, "Şehîd rêberên têkoşîna me ne (wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan dibêje). Em şehîdan naspêrin axê, em wan dispêrin dil û roniya çavên xwe. Ji ber ku bi saya xwîna wan em gihîştine vê qonaxê û me evqas serkeftin bi dest xistine."

Serdana sersaxiyê bi dirûşmeyên "Şehîd nemirin" û "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bûn.

(dr)

ANHA