Şêniyên Hesekê: Berxwedana Serdemê berdewam e û serkeftin a gelê berxwdêr e

Şêniyên Hesekê: Berxwedana Serdemê berdewam e û serkeftin a gelê berxwdêr e
19 adar 2018   13:32

ALVA OSÊ

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê gotin ku heta ku şervanên YPG`ê li Efrînê hebin wê Berxwedana Serdemê hebe û serkeftin wê ya gelê berxwedêr be.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê ji çerxeriya Sînalko meşek lidar xistin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan, Erdogan kujerê zarokan eʺ vekiribûn û wêneyên zarokên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şehîd bûne rakirin.

Meşa ku li kolanên sereke yên bajar dewam kir, Ii Qada Şehîdan a taxa Miftî veguhrî mîtîngê.

Şêniyan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û bêdengiya navdewletî û herêmî şermezar kirin.

Her wiha şêniyên bajarê Hesekê diyar kirin ku heta şervanên YPJ/YPG`ê hebin tu carî Efrîn nayê dagirkirin.

DÎMEN: Silava Abdulrehman

(bx)

ANHA