Gelê Serêkaniyê sersaxî ji malbata Şehîd Darsî  Cûdî re xwastin

 Gelê Serêkaniyê sersaxî ji malbata Şehîd Darsî  Cûdî re xwastin
19 adar 2018   13:34

HESEKÊ - Welatiyên Serêkaniyê û endamên saziyên civakî yên bajar sersaxî ji malbata şehîd Darsî Cûdî re xwestin.

Şêniyên Serêkaniyê, endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr û şervanên YPG/YPJ’ê serdana sersaxiyê yê şervana YPJ’ê Darsî Cûdî ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûyî kirin û sersaxî ji malbata wê re xwastin. 

Di merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Beyar Emîn sersaxî ji malbarta Cûdî re xwest û diyar kir ku bi keda şehîdan gel di nava aramiyê de jiyan dike.

Li ser navê Kongreya  Star jî  Zelîxe Elî axivî û got, “Şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal axa Rojava avdan û îro bi saya keda wan aştî û aramî pêk tê.”

Herwiha di merasimê de li ser navê partiya Yekîtiye Demokratîk (PYD) Ciwan îso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwast û anî ziman ku divê gelê wan xwedî li xwîn û keda şehîdan derkevin.

Li ser navê malbata şehîd Darsî Cûdî, Selwa Ehmed jî soza şopandina rêya şehîdan da. Merasîm bi druşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

ANHA