42 jinên ciwan tevlî YPJ`ê bûn

42 jinên ciwan tevlî YPJ`ê bûn
19 adar, 2018   13:19

QAMIŞLO – Akademiya Şehîd Nejbîr a bajarê Qamişlo dewreyek perwerdeyê bi navê şehîd Zozan bi tevlîbûna 42 şervanên YPJ`ê bidawî kir.

Dewreya perwerdeyê du mehan bi tevlîbûna 42 şervanên YPJ`ê yên pêkhateyên Kurd û Ereb berdewam kir.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi sondxwarina şervanan a axa welat destpê kir.

Di merasîmê de şervana bi navê Destîna ya ji bajarê Amûdê got ku ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku mafên jinan bidest xistiye rizgar bikin û hemû jina ji zilm û zorê rizga bikin tevlî YPJ`ê bû.

Şervana bi navê Xurbet Gabar tekez kir ku ew amade ye berê xwe bide bajarê Efrînê û li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer bike.

(bx/kc)

ANHA