Çavkanî: Zêdeyî 40 termên çeteyan gihîştin bajarê Cerablusê

Çavkanî: Zêdeyî 40 termên çeteyan gihîştin bajarê Cerablusê
19 adar 2018   13:14

KOBANÊ – Çavkaniyên herêmî ji bajarê Cerablusê ya ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin raghandin ku herî kêm 40 termên çeteyên Tirk gihîştin bajar.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên ku hatine kuştin girêdayî Ehrar El-Şam in û di şerê Efrînê de hatin kuştin.

Çavkaniyan  raghandin ku di navber 40 – 50 cenazeyên çeteyan îro gihîştin bajarê Cerablusê.

Herwiha çavkaniya gotin ku rewşa bajar pir tevlî hev bûye.

Ji aliyekî din ve jî çalakiyên şervanên QSD`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin.

(bx/kc)

ANHA