Êlên Dêrazorê dagirkeriya Tirk red kirin û piştgiriya  QSD`ê kirin

Rûspiyên êlên bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê bi civînekê piştgiriya Berxwedana Serdemê û şervanên QSD`ê li Efrînê careke din dûbare kirin û dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê red kirin.

Êlên Dêrazorê dagirkeriya Tirk red kirin û piştgiriya  QSD`ê kirin
19 adar, 2018   12:55

DÊRAZOR – Rûspiyên êlên bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê bi civînekê piştgiriya Berxwedana Serdemê û şervanên QSD`ê li Efrînê careke din dûbare kirin û dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê red kirin.

Civîna rûspiyên êlên bejahiya rojhilatê bajarê Dêrazorê yên Ereb li gundê Zîban ê girêdayî bejahiya Dêrazorê hate lidarxistin. Di civînê de, serokê êla El-Egêdat Cemîl Mehmûd El-Hefel, endamên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, fermandarên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di civînê de, bang li hemû gelê Sûriyê hate kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û ji bo misogerkirina ewlehiyê li Bakurê Sûriyê tevbigerin.

Her wiha hate gotin ku QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê û pêkanîna ewlekariyê gelek şehîd dan. Di heman demê de, piştgirya xwe ji bo Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê nîşan dan.

Di berdewamiya  civînê de, bi navê êlên Ereb daxuyaniyeke hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê şêx Cemîl E-Hefel ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, êlên ereb piştgiriya Berxwedana Serdemê û şervanên QSD`ê li Efrînê careke din dûbare kirin û dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê red kirin.

Di dawiya civînê de, bi navê êlên Dêrazorê şêx Cemîl wiha xîtabî gelê Efrînê kir, ʺEm berxwedana gelê xwe yê Kurd û Ereb li dijî dagirkeran li Efrînê silav dikin. Em dibêjin tevî pirbûna netewan lê Sûriyê yek e û ev  welat ê me hemûya ne. Bi saya QSD`ê hemû netew bûne yek û em bi vê yekê serbilind in.ʺ

(kc)

ANHA