13 salên 19ˊê Tîrmehê: Demnameya Şoreşê

Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012`an ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke bêhempa ya berxwedan û veguherînên siyasî kir. Ev rêwîtî bi derxistina rejîma Baasê ji bajaran dest pê kir û bi gavên girîng ên wekî rizgarkirina Kobaniyê û têkçûna DAIŞ`ê re bi pêş ket.

13 salên 19ˊê Tîrmehê: Demnameya Şoreşê
18 tîrmeh, 2025   07:40
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di 19ˊê Tîrmeha 2012`an de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek li dar xist ku şêweyê rêvebirinê li welêt guherand, modeleke demokratîk li ser bingeha nenavendîbûn, pirrengî û rêveberiya xweser ava kir. Tevî nebûna naskirina navneteweyî jî, lê şoreşê destkeftiyên siyasî û leşkerî yên bibandor pêk anîn û DAIŞ têk bir û aramî pêk anî.

Di sala xwe ya 13`an de, Şoreşa 19’ê Tîrmehê di nava têkoşînek berdewam a ji bo naskirin û rewatiyê de projeya xwe ya civakî xurt dike.

2012 : ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR

26`ê Adarê: Têkoşer Kemal Hisên di kemîneke xayîn a hêzên rejîma Baasê de şehîd bû û bû şehîdê yekem ê şoreşa Rojava.

19`ê Tîrmehê: Ev roj di dîroka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xaleke girîng e, di wê rojê de xelkê Kobaniyê hêzên rejîma Baasê ji bajarê xwe derxistin û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi fermî wek hêzeke parastina gel ji bo parastina destkeftiyên şoreşê hate ragihandin.

8`ê Mijdarê: Cebhet El Nusra êrişa xwe ya yekem li ser bajarê Serêkaniyê dest pê kir, hewl da kontrola xwe li ser bajêr ferz bike.

9`ê Mijdarê: Şêniyên Amûdê û Dirbêsiyê bajarên xwe ji rejîma Baasê rizgar kirin.

10ê Mijdarê: Şêniyên Til Temirê bajarê xwe ji rejîma Baasê rizgar kir.

2013: BERFIREHKIRINA HERÊMÊN RIZGARKIRÎ Û AVAKIRINA YPJ’Ê

21`ê Sibatê: Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarê Çilaxa ji bermahiyên rejîma Baasê paqij kir.

1`ê Adarê: YPG’ê hêzên rejîmê ji bajarê Tirbespiyê derxistin.

2`ê Adarê: Rizgarkirina bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girkê Legê hate ragihandin.

4`ê Nîsanê: Avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate ragihandin ku yekem hêza leşkerî ya jinan a rêxistinkirî ya li herêmê ye.

16`ê Tîrmehê: Çeteyên DAIŞ'ê êrişa xwe ya yekem li ser kantona Cizîrê da destpêkirin.

17`ê Tîrmehê: YPG’ê tevahiya bajarê Serêkaniyê ji bermahiyên komên tundraw (Cebhet El Nusra, Ehrar El Şam û yên din) rizgar kir.

28`ê Tîrmehê: Komên tundraw li Til Hasil û Til Eranê komkujî pêk anîn ku di wê demê de yek ji sûcên herî hovane yên li dijî sivîlan bû.

30`ê Tîrmehê: Îsa Hisso rêveberê navdar ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), dema ku otomobîla wî hate bombekirin, şehîd bû.

30`ê Tîrmehê: YPG'ê ji bo astengkirina êrişên çeteyan û rizgarkirina hemû deverên Rojava seferberiya giştî îlan kir.

18`ê Tebaxê: YPG'ê bajarê Zirgan rizgar kir.

27`ê Tebaxê: Hemleya Şehîd Çekjîn bi pêşengiya YPG'ê, bi armanca rizgarkirina deverên mezin ên Rojava ji komên tundraw dest pê kir.

27ê Cotmehê: YPG'ê bi rizgarkirina bajarê Til Koçer ji çeteyên DAIŞ'ê, serkeftineke mezin bi dest xist û yek ji deriyên sînor ên herî girîng ên bi Iraqê re ewle kir.

2014: DAMEZIRANDINA FERMÎ YA RÊVEBERIYA XWESER Û ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ`Ê

20`ê Çileyê: YPG/YPJ’ê herêma Girzîro ya nêzîkî Rimêlanê ji bermahiyên rejîma Baasê paqij kir.

16`ê Sibatê: YPG/YPJ’ê bajarê Ceza ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.

22`yê Sibatê: Hêzên hevbeş pêşveçûna xwe berdewam kir û bajarê Til Birak ku yek ji kelehên herî girîng ên DAIŞ`ê yê li gundewarên Hesekê bû, rizgar kir.

11`ê Adarê: Êrişkarên xwekuj avahiya Şaredariya Gel a Qamişloyê kir hedef, 11 karmendên şaredariyê kuştin.

2`yê Tîrmehê: DAIŞ`ê êrişeke berfireh li ser bajarê Kobaniyê da destpêkirin.

4`ê Tebaxê: YPG/YPJ gihaştin Çiyayê Şengalê û korîdoreke mirovî vekir da ku bi hezaran Êzidiyan ji qirkirina bi destê DAIŞ`ê rizgar bikin.

16`ê Îlonê: Piştî dagirkirina gelek gund û bajarokên Kobaniyê, DAIŞ`ê êrişeke rasterast li ser bajarê Kobanî da destpêkirin û bajar xist nav şerekî girîng di dîroka şoreşê de.

22`yê Îlonê: Rêber Abdullah Ocalan bangewaziyeke dîrokî kir û got "Ketina Kobaniyê ketina Kurdistanê ye û divê gelê Kurd li gorî vê têgihîştinê tev bigere.”

2`yê Cotmehê: YPG/YPJ bajarê Rabîa yê li ser sînorê Iraqê rizgar kir û DAIŞ ji wir derxist.

3`yê Cotmehê: DAIŞ`ê ji sêyan yekî Kobaniyê dagir kir.

5`ê Cotmehê: Şervan Arîn Mîrkan li dijî tankeke DAIŞ`ê ya di hundirê Kobaniyê de çalakiyeke fedaî ya qehremanî pêk anî û hevsengiya şerê Kobaniyê guherand.

21`ê Kanûnê: Avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê bi fermî hate ragihandin.

27`ê Kanûnê: Avakirina Rêveberiya Xweser a Kantona Kobaniyê hate ragihandin.

29`ê Kanûnê: Damezirandina Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê hate ragihandin, bi vî awayî avaniya siyasî ya sêalî ya Rêveberiya Xweser hate temamkirin.

2015: ŞERÊ KOBANIYÊ, DESTPÊKA GUHERTINA STRATEJÎK Û DAMEZIRANDINA QSD’Ê

26`ê Çileyê: Rojeke girîng bû di dîroka şoreşê de, dema ku şervanên YPG/YPJ’ê tevahiya bajarê Kobaniyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

3`yê Sibatê: Çeteyên DAIŞ’ê pîlotê urdunî Muaz El Kesasbe bi zindî şewitand. YPG`ê ev kiryara hovane wek berdewama hovîtiya DAIŞ`ê ya li Kobanî hesibandin û El Kesasbe wek "şehîdê berxwedana Kobaniyê" hesiband.

23`yê Sibatê: DAIŞ’ê êrişeke tund li ser bajarê Til Temirê da destpêkirin, çend dêr şewitandin û bi dehan sivîlên Aşûrî revandin.

27`ê Sibatê: YPG/YPJ’ê bajarê Tel Hemîs rizgar kir.

20`ê Adarê: DAIŞ’ê li bajarê Hesekê komkujiyek pêk anî, 45 sivîl kuştin.

12`ê Gulanê: Hemleya Robar Qamişlo ji bo rizgarkirina gundewarên bakurê Hesekê û Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hate destpêkirin.

21`ê Gulanê: Çiyayê Kizwanan û bajarê Til Temir, li gel gundên derdora Serêkaniyê hatin rizgarkirin.

27`ê Gulanê: YPG/YPJ’ê bajarokê Silûk û gundê Mebrûka yê li rojavayê Girê Spî, ji DAIŞ’ê rizgar kirin.

10`ê Hezîranê: Damezirandina Tabûra Azadiya Enternasyonal hate ragihandin, yekem yekîneya şer ku tê de xwebexşên biyanî yên ku ji bo parastina Rojava şer dikin, hene.

15`ê Hezîranê: Yekîneyên Parastinê bi rizgarkirina bajarê Gire Spî derbeyeke giran li DAIŞ’ê da.

23`yê Hezîranê: Baregeha Lîwaya 93’yemîn li Eyn Îsayê ya kantona Firatê, ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

24`ê Hezîranê: DAIŞ’ê êrişeke nû li ser bajarê Hesekê da destpêkirin û çend tax xistin bin kontrola xwe.

25`ê Hezîranê: DAIŞ derbasî bajarê Kobaniyê bû, komkujiyeke tirsnak kir û 253 sivîl qetil kirin.

7`ê Tîrmehê: Bajarê stratejîk ê Eyn Îsayê piştî êrişeke dijber a DAIŞ’ê cara duyemîn hate rizgarkirin.

27`ê Tîrmehê: Bajarê Sirînê li kantona Firatê piştî şerên dijwar bi tevahî hate rizgarkirin.

16`ê Tîrmehê: Zindana ciwanan li bajarê Hesekê, li gel santrala elektrîkê, herêma Vîllayên Sor û xaçerêyên Neşwa yên rojhilat û rojava, wek beşeke operasyonekê ji bo paşvekişandina êrişa DAIŞ’ê li ser bajêr, hate rizgarkirin.

30`ê Tebaxê: Hêzeke taybet a jinên Suryan bi navê "Jinên Bethnahrîn" hate damezrandin da ku deverên xwe di çarçoveya Rêveberiya Xweser de biparêzin.

15`ê Cotmehê: Damezirandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi fermî hate ragihandin, wek hevpeymaneke leşkerî ku pêkhateyên cihêreng ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihewîne.

31ê Cotmehê: QSD’ê operasyona xwe ya leşkerî ya yekem "Xezeba Xabûrê" da destpêkirin da ku gundewarên başûrê Hesekê ji DAIŞ`ê rizgar bike.

13`ê Mijdarê: QSD’ê rizgarkirina Holê ragihand ku yekem serkeftina wê ya mezin a şer bû.

6`ê Kanûnê: Hêzên QSD’ê bendava stratejîk a Tişrînê ku li ser Çemê Firatê ye, rizgar kir.

9`ê Kanûnê: Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate damezrandin, bi armanca temsîlkirina siyasî ya Rêveberiya Xweser li ser qada Sûriyeyê û ya navneteweyî.

2016: BERFIREHKIRINA QSD’Ê Û DESTPÊKIRINA PÊVAJOYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ

15`ê Sibatê: Hêzên QSD’ê Tel Rifat a li bakurê Helebê ku beşeke kantona Efrîn û Şahba ye, rizgar kir.

19`ê Sibatê: Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, ku yek ji kelehên herî girîng ên DAIŞ’ê li gundewarên başûrê Hesekê ye, hate rizgarkirin.

28`ê Sibatê: QSD’ê Hemleya Tolhildana Şehîd Elîn û Cûdî da destpêkirin da ku deverên mayî yên gundewarên Hesekê û bakurê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar bike.

8`ê Adarê: Taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê cara yekem rastî êrişên bi çekên kîmyewî û madeyên jehrîn hat, ku çeteyên Tirk bi kar anîn.

7 û 8`ê Nîsanê: Dîsa çekên kîmyewî li heman taxê hatin bikaranîn ku di nav kêmtirî mehekê de 3 êrişên kîmyewî pêk hatin ku encamê de di nav sivîl û şervanên YPG/YPJ’ê de qurbanî çêbûn.

 21`ê Nîsanê: Li bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rejîma berê ya Sûriyeyê de şerên tund derketin, di encamê de hêzên rejîmê bi tevahî ji Zindana Allaya hatin derxistin.

15`ê Tebaxê: Meclisa Leşkerî ya Minbicê rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand.

2017 - DESTPÊKA DAWIYA DAIŞ'Ê Û BERFIREHBÛNA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK

26`ê Nîsanê: Artêşa dagirker a Tirk yekem êrişa xwe ya hewayî ya rasterast li ser çeperên YPG'ê yên li nêzî Çiyayê Qereçox li kantona Cizîrê pêk anî, di encamê de hejmarek şervan şehîd bûn.

10`ê Gulanê: Hêzên Sûriyeya Demokratîk rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava wê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand.

9`ê Îlonê: QSD'ê hemleya Bahoza Cizîrê da destpêkirin da ku gundewarê rojhilatê Dêrazorê yê mayî û gundewarê başûrê Hesekê ji destê DAIŞ'ê rizgar bike.

20`ê Cotmehê: QSD'ê piştî 4 mehan şerên di çarçoveya Operasyona Xezeba Firatê de rizgarkirina  Reqayê ku berê wekî "paytexta DAIŞ'ê" dihat nasîn, ragihand.

2018 - DAGIRKIRINA EFRÎNÊ Û DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK A HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

20'ê Çileyê: Artêşa Tikrk a dagirker û çeteyên wê êrişek bi navê "Çiqilê Zeytûnê" li dijî kantona Efrînê dest pê kir. Di êrişê de balafirên şer û topên giran hatin bikaranîn.

18'ê Adarê: Piştî 58 rojên berxwedana bêhempa, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagirkirina bajarê Efrînê ragihand. Di encamê de bi deh hezaran sivîl koçberî herêma Şehbayê bûn.

1'ê Hezîranê: QSD'ê Deşîşe ya li başûrê Hesekê ya li ber sînorê Iraqê rizgar kir.

4'ê Tebaxê: QSD'ê tevahî çolistana rojhilatê Dêrazorê rizgar kir û DAIŞ di bêrîka wê ya dawîn de dorpêç kir.

6'ê Îlonê: Damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî hat ragihandin.

10'ê Îlonê: QSD'ê qonaxa dawîn a pêngava "Bagera Cizîrê" ji bo têkbirina bermahiyên DAIŞ'ê li rojhilatê Dêrazorê dest pê kir.

2019 - DAWIYA DAIŞ'Ê YA ERDNÎGARÎ Û GIRANKIRINA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

21'ê Çileyê: Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Nexweşxaneya Dil û Çavan li bajarê Qamişlo vekir. Ev jî wekî gaveke girîng a ber bi pêşxistina binesaziya tenduristî ve bû.

23'ê Adarê: Rojeke dîrokî bû. Piştî rizgarkirina Baxozê ku navenda herî dawîn a DAIŞ'ê bû, QSD'ê têkbirina DAIŞ'ê di aliyê coxrafî de ragihand.

9'ê Cotmehê: Artêşa Tirk a dagirker êrişeke berfireh a bi navê "Kaniya Aştiyê" li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anî. Di encamê de bi deh hezaran sivîl koçber bûn û sûcên şer ên ku hatine belgekirin, hatin pêkanîn.

12'ê Cotmehê: Çeteyên dewleta Tirk a dagirker sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokarê wê Ferhad Remedan qetil kirin.

26'ê Cotmehê: Serçeteyê DAIŞ'ê di operasyoneke hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê de li gundewarê Idlibê hat kuştin.

2020 - ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK Û HEDEFGIRTINA JINAN Û ŞERÊ AVÊ

26'ê Çileyê: Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser navenda radyo û renîna megnatîsî li bajarê Qamişlo vekir.

21'ê Adarê: Artêşa Tirk a dagirker ava stasyona Elokê ya ku avê dide bajarê Hesekê û gundewarê wî, qut kir.

28'ê Adarê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hemleya Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê vekir. Di hemleyê de şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê hatin jihevxistin û ewlehî di kampê de hat pêkanîn.

27'ê Nîsanê: Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyên "Dîfa Wetenî" yên rejîma berê ya Sûriyeyê ji taxa Tey a bajarê Qamişlo derxistin.

23'yê Hezîranê: Balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 3 jinên têkoşer ên Kongra Star li gundê Helincê yê rojhilatê bajarê Kobanê hedef girtin, ew jî ev in: Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û Emîne Weysî.

2021 - TEVGERA SIYASÎ Û ÎTÎRAFA NAVNETEWEYÎ

15'ê Tîrmehê: Rêveberiya Xweser damezirandina komîteya ji nû ve sazkirina "Peymana Civakî" ji bo berfirehkirina beşdariyê û nûjenkirina çarçoveya wê ya qanûnî li gorî nirxên neteweya demokratîk, ragihand.

20'ê Cotmehê: Parlamentoya herêma Katalonyayê bi fermî bi Rêveberiya Xweser îtîraf kir û piştgirî ji sîstema demokratîk a nenavendî re nîşan da.

9'ê Mijdarê: Di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de welatî Yûsif Gulo (Apê Yûsif) heredu neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

2022 - ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê Û GIRANBÛNA ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER

20'ê Çileyê: Şaneyên DAIŞ'ê êrişeke berfireh li dijî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê pêk anî. Di girtîgehê de bi hezaran girtiyên DAIŞ'ê yên metirsîdar hene.

26'ê Çileyê: QSD'ê kontrolkirina girtîgeha Sînaa di encama pêngava "Gurzê Gelan" de ragihand. Di encamê de bi sedan çete hatin girtin û kuştin.

3'yê Sibatê: Serçeteyê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm El Qureşî di encama operasyoneke hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê de li bajarokê Atma yê bakurê Idlibê hat kuştin.

13'ê Adarê: Firqeya 4'an a rejîma berê ya Sûriyeyê dorpêçeke giran avêt ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê û li herdu taxan xwarin û derman kêm bûn.

17'ê Hezîranê: Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî erebeya wî li herêma Kilara ta Silêmaniya Başûrê Kurdistanê, şehîd bû.

2023 - HEMLEYÊN EWLEHIYÊ, BEYANNAMEYÊN SIYASÎ Û GIRANKIRINA ÊRIŞAN

6'ê Çileyê: QSD'ê bidawîbûna operasyona "Birûska Cizîrê" ragihand û tê de 154 şaneyên DAIŞ'ê li Hesekê û Dêrazorê girtin.

25'ê Çileyê: Fermandariya operasyonên hevbeş a QSD'ê hemleya "Tolhildana Şehîdên Reqayê" ya piştî hedefgirtina navendeke ewlekariyê ji aliyê DAIŞ'ê ve li dar xist.

6'ê Sibatê: QSD'ê ji bo qurbaniyên erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê hemû operasyonên xwe yên leşkerî bi awayekî demkî rawestandin.

4'ê Adarê: Serfermandarê Amerîkayê Mark Milly serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û domandina piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ji bo QSD'ê teqez kir.

18'ê Nîsanê: Rêveberiya Xweser beyannameya ji 9 bendan pêk tê, ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê aşkere kir.

10'ê Hezîranê: Rêveberiya Xweser dest bi darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî yên girtî kir.

27'ê Tebaxê: QSD'ê Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ji bo girtina şaneyên DAIŞ'ê li gundewarê Dêrazorê li dar xist.

5'ê Cotmehê: Dagirkeriya Tirk êrişeke hewayî ya berfireh li dijî binesaziya herêmê pêk anî (stasyonên kehrebeyê, stasyonên avê, embargehên genim û nexweşxane).

8'ê Cotmegê: Artêşa Tirk a dagirker komkujiyek li kantona Cizîrê pêk anî di encamê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûn û 28 din birîndar bûn.

12'ê Kanûnê: Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di encama rêzecivînên gel û civakî de "Hevpeymana Civakî" erê kir.

20'ê Kanûnê: MSD'ê nexşerêya siyasî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê erê kir. Tê de mekanîzmayên diyaloga bi muxalifiya nîştîmanî re hatin diyarkirin.

2024 - SEFERBERÎ, KOÇBERKIRINA DUYEMÎN A EFRÎNIYAN Û GIRANKIRINA ÊRIŞAN

14'ê Çileyê: Dewleta Tirk a dagirker êrişeke hewayî li dijî kargehên sereke û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî.

7'ê Nîsanê: Meclisa Gelan a Demokratîk qanûna hilbijartinan a şaredariyan erê kir.

1'ê Gulanê: Rêveberiya Xweser nexşeya îdarî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nû kir. Heykeliya komîn û navçeyan hat nûkirin.

18'ê Gulanê: Kartên hilbijartinan li welatiyan hatin belavkirin.

1'ê Kanûnê: Rêveberiya Xweser hemwextî êrişên giran û berfireh ên dewleta Tirk a dagirker seferberiya giştî ragihand.

2'yê Kanûnê: Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Şehbayê de şêniyên Efrînê ji bo cara 2'yemîn hatin koçberkirin.

8'ê Kanûnê: Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyan ketina rejîma Baas pîroz kir. Hemwextî wê dewleta Tirk a dagirker êrişa bejayî li dijî bajarê Minbicê pêk anî.

9'ê Kanûnê: Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker pirên Qereqozaq û bendava Tişrînê hedef girtin û zirarekî mezin da wan.

10'ê Kanûnê: Bendav ji ber bombebarana dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derket. Bi navberkariya navneteweyî jî peymana agirbestê hat îmzekirin.

11'ê Kanûnê: Tevî peymanê, dagirkeriya Tirk dîsa bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê hedef girtin.

20'ê Kanûnê: Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li derdora bendava Tişrînê di dema şopandina êrişan de şehîd bûn.

2025 - SALA DAN Û STANDINÊN SIYASÎ, SERKEFTINA LI TIŞRÎNÊ Û NÊZÎKBÛNA BI ŞAMÊ RE

8'ê Çileyê: Konvoyên gel ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe da bendava Tişrînê û tev li berxwedana wir bûn.

13'ê Çileyê: Di çarçoveya yekrêziya Kurdî de fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî pêşwaziya nûnerê Mesûd Barzanî kir.

16'ê Çileyê: Fermandariya QSD û YPJ'ê bi Mesûd Barzanî re civiyan û pêşeroja Kurdan li Sûriye û herêmê nîqaş kir.

18'ê Çileyê: Şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar di berxwedana li bendava Tişrînê de şehîd bû.

19'ê Çileyê: Fermandariya QSD'ê û nûnerên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê civiyan û li ser rola QSD'ê di têkbirina terorê de û çarenûsa kampên DAIŞ'ê axivîn.

10'ê Adarê: Peymaneke siyasî ya ku ji 8 bendan pêk hat di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat îmzekirin.

16'ê Adarê: Heyva Sor a Kurd karwanên alîkariyê şandin perava Sûriyeyê.

23'yê Adarê: Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

26'ê Adarê: Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser bi wezîrê perwerdeyê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civiya û mijarên bawername û minhacan nîqaş kirin.

1'ê Nîsanê: Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê peymanek îmze kir.

3'yê Nîsanê: Bendek ji peymana her du taxan hat pêkanîn.

16'ê Nîsanê: Rojnamevan Egîd Roj di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li bendava Tişrînê şehîd bû.

18'ê Nîsanê: Hemleyek ewlekariyê li kampa Holê hat destpêkirin. Şandeyeke QSD û YPJ'ê serdana bendava Tişrînê kir.

24'ê Nîsanê: Rêveberiya Xweser û QSD, wezîrê karên derve yê Feansayê û Nêçîrvan Barzanî hevdîtin pêk anî. Şandeya siyasî ya Kurdî jî ji Bakurê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

26'ê Nîsanê: Konferansa Yekrêziya Kurdî hat lidarxistin û li ser nêrîneke siyasî ya yekbûyî hat îmzekirin.

5'ê Gulanê: Berxwedana gelêrî ya bendava Tişrînê piştî 118 rojan bi ser ket.

26'ê Gulanê: Rêveberiya Xweser ragihand ku wan bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re li ser planeke hevbeş a çareserkirina pirsgirêka welatiyên Sûriyeyê yên di kampa Holê de, li hev kir.

1'ê Hezîranê: Şandeya Rêveberiya Xweser û ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hev civiyan.

4'ê Hezîranê: Şandeyeke Kurdî ji bo danûstandinên li ser mafên neteweyî, zimanî û îdarî bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re bikin, hat avakirin.

8'ê Hezîranê: Bi Şamê re lihevkirin hat pêkanîn ku ezmûn ji bo xwendekarên Rêveberiya Xweser li gorî mînhaca rejîma berê werin kirin.

19'ê Hezîranê: Di navbera Detseya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li ser peydakirina kehrebeyê lihevkirin hat pêkanîn.

9'ê Tîrmehê: Civîneke siyasî di navbera nûnerên Rêveberiya Xweser û berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat pêkanîn.

10'ê Tîrmehê: Rêveberiya Xweser karwanê alîkariyê ji bo vemirandina şewatan şand perava Sûriyeyê.

(k-mh)

ANHA