Netanyahu: Me bi hêzê ne bi daxwazan şer rawestand

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku agirbesta li Siwêdayê û vekişîna hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di encama operasyonên xurt ên Îsraîlê de bûn, ne bi daxwazên dîplomasî.

Netanyahu: Me bi hêzê ne bi daxwazan şer rawestand
17 tîrmeh, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku agirbesta ku li Siwêdayê hatiye pêkanîn û vekişîna hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ber bi Şamê ve di encama "operasyonên xurt ên Îsraîlê" de ne di encama daxwazan de bûn.

Netanyahu got: "Me der barê Sûriyeyê de siyaseteke zelal danî. Divê herêma ji Colanê heta çiyayê Durziyan bêçek be. Em aştiyê bi hêza li heft aliyan pêk tînin. Li Sûriyeyê jî me bi hêzê agirbest encam da."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev çend roj e li Siwêdayê şerên giran di navbera komên çekdar ên xwecihî û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de diqewime. Di encamê de bi dehan qurbanî çêbûn û hêzên hikumetê komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Êvara roja çarşemê jî di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê de hêzên hikumetê ji Siwêdayê vekişîn û agirbest hat ragihandin.

(mh-şx)