Li herêmên Beravê bi sedan jin hatine revandin

Ji dema hilweşîna rejîma Baas heta niha li herêmên Laziqiye, Hums, Hema û Tertus bi sedan jin hatine revandin. Lê tu lêkolîn û raporên fermî nehatine amadekirin, lêpirsîn çênebûne.

Li herêmên Beravê bi sedan jin hatine revandin
18 tîrmeh, 2025   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên di bin kontorla Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê de metirsiya li ser jiyana mirovan, bi taybet jî ya jin û zarokan zêdetir dibe. 

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ku rejîma Baas hat hilweşandin û desthilatek din hat avakirin ve, li herêmê Laziqiye, Tartûs, Hums û Hamayê bi hezaran kes hatin kuştin û revandin. Heta niha ji aliyê saziyên herêmî yan jî navnetewî de li ser mijarê lêkolînek fermî nehatiye kirin û hejmarên zelal nehatine dayîn. Lê li gorî raporek Navenda Azadiya Ragihandin û Îfadekirinê ya Suriyeyê, ku 9’ê Tîrmeha 2025’an hat weşandin, tenê li Hama û hêrêmên beravê heta Adara 2025’an hezar û 60 kes hatine qetilkirin. Di raporê de tê gotin ku gelek pêkanîn dijî exlaq, îşkence, lêdan, heqaretên mezhebî, gefên kuştinê û tirsandina zarokên biçûk çêbûne.

Li gorî nûçeyek ajansa Reurtes jî hezar û 400 hatine kuştin. Lê çavkaniyên herêmê diyar dikin ku ev hejmar gelekî zêdetir e.

JIN TÊN REVANDIN

Di nava kesên hatine kuştin de gelek jin û zarok jî hene, lê hejmara wan hîn nehatiye zelalkirin. Li aliyê din jî hatine revandin. Li gorî çavkaniyan û xelkê herêmê bi taybet jin tên revandin û aqubeta wan nayê zanîn. Hat gotin ku bûyerên revandinê hîn jî didomin.

Li ser vê mijarê jî ji alisê rêxistin û saziyên herêmê yan jî navnetewî ve raporên fermi nehatiye amadekirin. Lê tê gotin ku bi sedan jin hatine revandin. Piraniya jinên hatine revandin jî Elewî ne.

Li gorî nûçeyek ku di malpera televîzyona Fransce 24 de hatiye weşandin, tenê li Tertus û gundewarên wê 50 bûyerên revandina jinên ciwan ên Elewî çêbûne, lê nehatiye zanin ka bi giştî çend jin hatine revandin.

Hikûmeta Veguhêz a Suriyeyê ji bo lêkolînkirin û belgekirina bûyeran komîteyek ava kiriye, lê heta niha tu encam dernexistine yan jî agahî bi raya giştî re parve nekirine. Ev jî nerazîbûn û hêrsa welatiyên ku xizmên xwe winda kirine zêde dike.

Her wiha saziyên jinan jî nerazîbûna xwe tînin ziman.

(a)

ANHA