128 xwendekar ji Peymangeha Amadekirina Mamosteyan derçûn

Li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a li kantona Tebqayê 128 xwendekar derçûn. Bi boneyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Tebqayê  şahiyek li dar xist.

27 mijdar, 2025   17:53
TEBQA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Tebqayê  şahiya derçûna 128 xwendekarên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan (sala xwendinê ya 2024-2025’an) li dar xist.

Şahî li Navenda Şanoyê ya Şehîd Musena Ebdulkerîm bi amadebûna xwendekaran, malbatên wan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Kombûna Jinan a Zenûbyayê hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre cîgira hevserokên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê  Hind El Şêx derçûya xwendekaran pîroz kir û got: "Kantona Tebqayê her tim stûnên siberojê ji me re ava dike. Em bi serbilindî derçûyîna we bi we re parve dikin û vê destkeftiya bi keda salan hatiye bidestxistin pîroz dikin. Rêveberiya Xweser girîngiyek mezin dide xwendinê û hûn bi hewlên xwe baweriyê didin me ku dê siberoja me bi xêr be. Em soz didin ku em ê ji bo siberojeke geş û xweş bi we re bin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Semer El Şihabî jî got, ev şahî ne şahiyek ji rêzê ya derçûnê ye, lê belê destpêka pêvajoyeke nû ya pêşeyî ye. Semer El Şihabî bi domdarî got: " Hûn çirayên ku hişê nifşan ronî dikin. Hûn endazyarên siberojê ne. Em di wê baweriyê de ne ku ezmûna we bi dest xistiye dê bibe alîkar ku pêvajoya perwerdehiyê li kantonê pêşve bibe."

Piştî axaftinan Koma Zarokan a Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê daket ser dikê û govendên kurdî pêşkêş kir.

Di dawiyê de nûnerên Desteya Perwerdeyê û Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê 128 derçûyên Peymangeha Amadekirina Mamosteyan xelat kirin.

(bb)

ANHA