Cejna Berxwedana Neteweyî li Helebê hat pîrozkirin

Salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) (Cejna Berxwedana Neteweyî) li Helebê hat pîrozkirin.

27 mijdar, 2025   18:04
HELEB

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, bi tevkariya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi boneya salvagera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK (Cejna Berxwedana Neteweyî) şahiyek li dar xist.

Şahî li Parka Zarokên Şehîdên Efrînê bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre bi navê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji têkoşerên Tevgera AzadiyêEhmed Menan Mistefa yê ku demek berê ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker hat berdan axivî.

Ehmed Menan Mistefa Cejna Berxwedana Neteweyî li gelên azadîxwaz pîroz kir û got, PKK’ê di dîroka tevgerên azadiyê de xeleke werçerxê bû ku qedera gelan guhert.

Ehmed Menan Mistefa bi bîr xist ku PKK’ê di pêvajoyekê de hat avakirin ku siyasetên qirkirin û înkarê li dijî Kurdan dihatin meşandin û anî ziman ku PKK’ê ji bo gelan bû hêviya azadî û demokratîkirina herêmê.

Di pîrozbahiyê de Koma Kevneşopî, Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Agirî yên stranan, her wiha Koma Şehîd Hêzil û Koma Şehîd Serhed ên govendên foklorî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA