ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ

Endamên rêxistina PYDˊê ya Helebê diyar kir ku pêdiviya serxistina Pêvajoya Aştî û Civakî Demokratîk bi şefafiyet û avêtina gavên rastîn ên destûrî ji hêla dewleta Tirk ve heye.

ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
ˋPêdiviya serxistina pêvajoya aştiyê bi gavên rastîn ên destûrî heyeˊ
15 kanûn, 2025   05:05
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Endamên rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê pêşdeçûnên dawîn ên girêdayî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin û asta bersivdana aliyên eleqedar nirxandin û diyar kir ku gavên heta niha hatine avêtin hîna ne têrker in û hişyarî ji bandorên her hewla binxistina vê pêvajoyê da.

Girêdayî mijarê, Reşîd Reşo diyar kir ku piştî têkoşîna dîrokî Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û partiya ku damezrandiye jî berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û mirovî bi rêya bersivdana bangê pêk anî.

ˋPÊDIVIYA QONAXÊ BI ŞEFAFIYET Û ZELALBÛNÊ HEYEˊ

Reşo destnîşan kir ku qonaxa heyî hewceyî şefafiyetê ye û bang li Komîsyona Parlamentoyê ya ku serdana Îmraliyê kiriye, kir ku encamên serdanê, naveroka nîqaşan û biryarên hatine dayîn ji raya giştî re aşkera bike.

Reşo anî ziman ku çi di serdanê de hatiye gotin û nîqaşkirin hatin veşartin û tenê agahiyên ku gumanan çêdikin û bi pêwîstiyên qonaxê re ne guncaw in, hatin parvekirin.

Di berdewama axaftina xwe de Reşo got: "Em bi tu awayî baweriyê bi dewleta Tirk a dagirker nakin. Ji ber ku li dijî gelê Kurd komkujî pêk anîn, hewl da nasnameya wî ji nexşe û hebûnê rake. Dîrok vê yekê ji bîr nake."

Reşo da zanîn ku pêdiviya serxistina pêvajoyê bi gavên baldar, zelal û durist heye.

ˋGUHERTINA DESTÛRÎ BENDEKE GIRÎNG A SERXISTINA PÊVAJOYÊ YEˊ

Reşo divê dewleta Tirk destûrê biguhere, nasnameya Kurd nas bike, maf û azadiyan misoger bike, girtiyên siyasî berde, di serî de Rêber Abdullah Ocalan berde ku pêvajoyê ji derveyî Îmraliyê bi xwe bi rê ve bibe.

Di dawiyê de Reşo got fikirandina dewleta Tirk a bikaranîna pêvajoyê ji bo berjewendiya xwe û careke din înkarkirina rola Kurdan nakeve xizmetî wê, berevajî serdema hegemoniya wî bi dawî dike, lawaz dike û di dawiyê de hildiweşîne.

ˋGAVÊN KÊMˊ

Girêdayî mijarê, Arif Ebdo diyar kir ku "Damarên dîrokî yên krîza Rojhilata Navîn girêk in û fikra Rêber Abdullah Ocalan a li ser bingeha modela demokratîk, ji bo van krîzan çareserî ye."

Ebdo anî ziman ku gavên ku dewleta Tirk ji bo pêvajoya heyî ne têrker in.

Arif Ebdo di dawiyê de daxwaz kir ku her nêzîkbûnek bi rêya guhertina destûrê veguhere tedbîrên siyasî û yasayî yên berbiçav, da ku hebûn û nasnameya Kurdan werin naskirin û maf bê cudahî werin garantîkirin.

(fr)

ANHA