Artêşa Îsraîlê li Sûriye, Lubnan û Xezayê xetên ewlehiyê ava dike

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku li Lubnan, Sûriye û Xezayê xetên ewlehiyê ava dike. Artêşê da zanîn ku hêzên wê di rewşa pozîsyona parastinê ya pêşketî de ye û wê bersiva her gefekê bidin.

Artêşa Îsraîlê li Sûriye, Lubnan û Xezayê xetên ewlehiyê ava dike
14 kanûn, 2025   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamir daxuyand ku artêşa welatê wî xebatên ewlehiyê li Lubnan, Sûriye û Xezayê ava dike.

Zamir di serdana xwe ya ji navenda Firqeya 91ˊê de tevî fermandarê herêma bakur Rafi Milo da zanîn ku hêzên artêşa Îsraîlê di rewaş pozîsyona parastinê ya pêşketî de ne û li nuqteyên serweriyê belav in. Hêzên wan xetên ewlehiyê li qadên Lubnan, Sûriye û Xezayê ava dikin.

Milo destnîşan kir ku "Ew nahêlin dijmin hêza xwe xurt bike û wê bersiva her binpêkirinekê bidin, siyaseta wan li tevahî qadan zelal e û li Lubnanê jî dê xebatan bidomînin û gefên ji bingeh de têk bibin."

Ev daxuyanî, li gel berdewama Îsraîlê ya êrişên xwe yên leşkerî li başûrê Sûriyeyê, êrişên wê li dijî herêmên cuda yên başûrê Lubnanê, hatin kirin.

(fr)