ˋLi Darfurê zêdetirî 200 welatî hatin qetilkirinˊ

Tora Bijîşkên Sûdanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di êrişên li bakurê Darfurê yê rojavayê Sûdanê de zêdetirî 200 welatî di nav de jin û zarok li ser bingeha irqî hatine qetilkirin.

ˋLi Darfurê zêdetirî 200 welatî hatin qetilkirinˊ
27 kanûn, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Bijîşkên Sûdanê, îro diyar kir ku di êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn li devberên Ambro, Sarba, Ebû Qemra yên bakurê Darfur yê rojavayê Sûdanê de zêdetirî 200 kes di nav de zarok û jinan hatine qetilkirin, ev welatî li ser bingeha mezhebperestiyê hatine kuştin.

Torê di daxuyaniyek çapemeniyê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye destnîşan kir ku wê şahidên kesên rizgar bûne, gihîştine baregehên penaberê yên li herêma Tîne li hundirê xaka Çadê belge kirine û hat aşkerakirin ku piştî êrişa li dijî wan herêman komkujî pêk hatin.

Li gorî daxwiyaniyê ev êriş bûn sedema koçberiyeke berfireh ber bi Çadê ve, li wir kesên koçber û penaber bi şert û mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû ne. Koçber rûbirûyî kêmbûna giran a xwarin û ava vexwarinê, xirabûna xizmetên tenduristiyê û nebûna stargeheke ewle ne.

Torê hişyarî li ser berdewama van binpêkirinan da, ku wê bihêle bi hezaran sivîlên din jî penaberî derveyî welat bibin. Torê anî ziman ku bêdengiya navneteweyî û paşguhkirina wê ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina van sûcan dikeve xana beşdariya yekser a zêdebûna trajedeya mirovî.

Tora Bijîşkên Sûdanê bang kir ku divê tavilê ew êriş werin rawestandin, alîkariyên mirovî û tibî bêyî bend û qeydan bigihînin wan herêman û koçberan.

(ac/fr)

ANHA