PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye

Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê bi şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê re civiya. Di civînê de geşedanên siyasî yên herêmê hatin nîqaşkirin, hat diyarkirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê kaniya çareserî û bingeha xweşik, biratî û jiyana hevbeş e.

PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye
PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye
PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye
PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye
PYD: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaniya çareserî, bingeha xweşik û biratiyê ye
27 kanûn, 2025   17:31
HESEKÊ

Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek bi rûspî, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê re li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl, meclis û partiyên siyasî yên bajêr amade bûn, geşedanên siyasî yên herêmê hatin nîqaşkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Silêman Ereb li ser rewşa siyasî ya herêmê axivî, Ereb diyar kir ku rewşa dewletên kapîtalîs kaos e, pergala netewe-dewlet û xêzkirina sînoran êdî nakeve berjewendiyên wan, ji lew re şer û rageşiyan diafirînin.

Ereb da zanîn ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rojevê de ye. Îro Tirk baş dizanin ku eger ew bi Kurdan û Rêber Abdullah Ocalan re li hev nekin ew ê nikaribin hebûna xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) jî ji bo danîna bingehan ji vê pêvajoyê re gavên girîng avêtin. Bi rêya rêxistinkirin, hêz û baweriya bi şiyanên xweber pêvajo dikare bi ser bikeve."

Ereb anî ziman ku "li Sûriyeyê jî, bi hatina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re me ji roja destpêkê ve diyar kir ku em bi redkirina hebûna xwe yan jî, tenê birêvebirina welat û dûrxistina pêkhateyan ji pêvajoya avakirina Sûriyeya nû qebûl nakin. Ehmed El Şeri bi rêya kesên ji xwe nêz pergaleke tundraw û navendî ava kir û nikarin bi vî şêweyî û vê destûrê Sûriyeyê bi rê ve bibin."

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a PYD'ê Îlham Mihemed jî diyar kir ku krîza Sûriyeyê derbasî sala xwe ya 15ˊan bû û heta niha tu çareseriyeke bingehîn jê re nehatiye dîtin, lê wê salên pêş bibin salên çarenûsî yê krîtîk. Wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikra neteweya demokratîk, xweşik û biratiyê bibin çareserî."

Îlham Mihemed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin û li hember hewlên derxistina fitne, provokasyon û êrişên şerê taybet xwedî helwestek hişk bin, Rêveberiya Xweser û QSDˊê hembêz bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

(mh/fr)

ANHA