Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin

Yekîneyên dijî madeyên hişbir ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di operasyoneke li dijî bazirganên  madeyên hişbir de, li gel 283 hezar hebên kaptagonê, 4 bazirgan hatin girtin.

Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
Operasyona dijî bazirganên madeyên hişbir: 283 hezar heb hatin desteserkirin
27 kanûn, 2025   15:56
NAVENDA  NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê, dijî bazirganên madeyên hişbir operasyonek pêk anî. 

Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir, debarê mijarê de li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da çapemeniyê.

Berdevkê Rêveberiya Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lewend Mihemed daxuyanî xwendî xwend û ev agahî parve kirin:

“Hêzên me yên Dijî madeyên hişbir, di çarçoveya têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir de, li kantona Cizîrê (Qamîşlo) operasyoneke ewlehiyê ya taybet li dar xist. Ev operasyon piştî şopandineke kûr û komkirina agahiyên îstîxbaratî yên pêbawer hatiye pêkanîn.

Di encama operasyonê de 4 kes ji bazirganên mezin ên hebên kaptagon hatin girtin. Her wiha 283.000 hebên kaptagon ku ji bo belavkirina li nava bajarên Kantona Cizîrê  hatibûn amadekirin, hatin desteserkirin. Dîsa 5 kîlogram maddeya “Crystal Meth” a hişbir jî hatiiye desteserkirin.

Kesên hatine girtin tevî tiştên desteserkirî, ji bo dadgeha peywendîdar hatine veguhestin.”

Lewend Mihemed destnîşan kir ku operasyonên li hemberî torên bazirganî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir wê berdewam bikin û bang li gel kir ku bi hêzên ewlekariyê re bibin alîkar.