Ji Helebê piştgiriya ji bo berxwedêrên li Tişrîn û Qereqozaqê

Şêniyên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku berxwedana li Bendava Tişrînê dê bibe destpêka bidawîbûna dagirkeriya Tirk a li herêmê.

Ji Helebê piştgiriya ji bo berxwedêrên li Tişrîn û Qereqozaqê
17 ÇILE, 2025   06:15
HELEB
MIHEMED EBDO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkirinê yên li ser Bendava Tişrînê didomînin û di van êrişan de hemû cure çekên giran û balafiran bi kar tînin. Şervanên QSD û YPJˈê li hember van êrişan jî parastina bendavê dikin.

Şêniyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê berxwedana şervanên li Bendava Tişrînê silav kir û diyar kir ku ev berxwedan dê bibe xala bidawîkirina dagirkeriya Tirk a li herêmê.

‘PÊKVEJIYANA GELAN LI HEMBERÎ HEMÛ GEFAN BERSIVA HERÎ GUNCAW E’

Ebdurehman Bozan bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û berxwedana wan a li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze gelên herêmê azadxîwaz û demokrat qir bike."

Ebdurehman Bozan anî ziman ku divê pêkhate li dora projeya xwişk û biratiya gelan a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye kom bibe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em li dora vê projeyê kom bibin da ku karibin ax û gelê xwe biparêzin. Xwişk û biratiya gelan hêza li hemberî tevahî gef, fitne û êrişên dagirkeriyê ye."

Ebdurehman Bozan diyar kir ku gel bi neteweya demokratîk bawer in, şer naxwazin, lê li gorî pîvanên xweparastinê parastina xwe dikin û got: "Berdêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin ta azadiya xwe mîsoger bikin."

‘ŞERVANÊN LI QEREQOZAQ Û TIŞRÎNÊ BERXWEDANEKE EFSANEWÎ RABER DIKIN’

Jina bi navê Fatima Remedan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bi bîr xist ku şervanên li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berxwedaneke efsanewî nîşan didin û berxwedana wan silav kir.

Fatima Remedan got: "Ji bo parastina nasnaemya xwe û erdê xwe ji dagirkeriya Tirk em ê her tiştî bikin."

Fatima Remedan banga yekitiyê li tevahî pêkhateyên herêmê kir û xwest hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê pirsîn.

Jina bi navê Ferîda Xelîl jî destnîşan kir ku dewleta Tirk tevahî ol û rengên ku bi hev re dijîn dike hedef û armanc dike demografiya herêmê bigire û herêmê dagir bike.

(bb)

ANHA