Li Parîsê wê kongreyek der barê Sûriyeyê de were lidarxistin

Serokatiya Fransayê diyar kir ku bi peywendiyeke telefonê serokê Fransa Macron û mîrê Siûdî Mihemed Bin Selman li ser rewşa Sûriyeyê nîqaş kir. Her wiha Qesra Elysee ragihand wê Fransa di 13ˋyê Sibatê de li Parîsê kongreyeke der barê Sûriyeyê de li dar bixe.

Li Parîsê wê kongreyek der barê Sûriyeyê de were lidarxistin
16 ÇILE, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Fransayê diyar kir ku serokê Fransayê Emmanuel Macron û Weliyê Ehid ê Erebistana Siûdî mîr Mihemed Bin Selman bi rêya telefonê bi hev re axivîn. Serokatiyê anî ziman ku her du serokan li ser rewşa Sûriyeyê nîqaş kir.

Her wiha serokatiya Fransayê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku her du serokan got ew piştgiriyê didin veguhastine siyasî ya adilane û giştî li Sûriyeyê ku rêzê ji mafên tevahî Sûriyeyiyan re digire.

Qesra Elysee jî ragihand wê Frans di 13ˋyê Sibatê de li Parîsê kongreyeke der barê Sûriyeyê de organîze bike.

(fr)