Tevî temenê xwe mezin jî di nava HPCˈê de bajarê xwe diparêze

Mihemed Salih Dawud tevî temenê xwe yê mezin û tevî sir û sermayê bi îradeyeke bihêz di nobetiya parastina bajarê xwe de cih digire.

Tevî temenê xwe mezin jî di nava HPCˈê de bajarê xwe diparêze
Tevî temenê xwe mezin jî di nava HPCˈê de bajarê xwe diparêze
Tevî temenê xwe mezin jî di nava HPCˈê de bajarê xwe diparêze
Tevî temenê xwe mezin jî di nava HPCˈê de bajarê xwe diparêze
17 ÇILE, 2025   05:05
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Şêniyên bajarokê Maşûqê yê bakurê rojhilatê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê her şev li gorî nobetan parastina taxên xwe dikin. Di nava koma parastinê de şêniyekî 63salî bi çeka xwe û biryardariya xwe balê dikişîne. Ew kes jî Mihemed Salih Dawûd e ku di nava şêniyan de bi navê Bavê Şadî tê nasîn.

Mihemed Salih Dawûd ku di refên pêş ên parastina gund de cih digire, ji destpêka Şoreşa 19ˈê Tîrmehê ve xweparastin wek erkekê dît ku dikeve ser milê her kesî. Mihemed Salih Dawûd got: "Ji dema ku  Hêzên Parastina Civakî (HPC) li gundewarê Tirbespiyê ava bûne, ez nobeta parastinê digirim."

Keça Mihemed Salih Dawûd a bi navê Amara Jînda şervaneke YPJˈê bû, di sala 2019ˈan de li Serêkaniyê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû.

Mihemed Salih Dawûd anî ziman ku bilindkirina ala keça xwe ya şehîd wekî erkekî li ser xwe dibîne û got, dê wefadarê keda şehîdan be û ji bo parastina welatê xwe çi jê were xwestin amade ye pêşkêş bike.

Bi destpêka avabûna HPC’ê re, Mihemed Salih Dawûd yek ji kesên pêşîn bû cihê xwe di nava refên vê hêzê de girt û heya niha jî bê westan têkoşînê didomîne. Tevî temenê xwe yê mezin jî bi rûkenî û îradeyeke bi hêz ligel hevalên xwe parastina bajarê dike.

Mihemed Salih Dawûd anî ziman ku ew bi zarokên bajarokê xwe yên ku parastinê dikin serbilind e û destnîşan kir ku bi taybetî di demekê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê zêdetir bûne parastina erka her kesî ye.

Mihemed Salih Dawûd piştgiriya xwe bi QSDˈê re anî ziman û got: "Divê em piştgiriyê bidin şervanên li eniyên berxwdanê yên canê xwe feda dikin û destekê pêşkêşî wan bikin."

Mihemed Salih Dawûd destnîşan kir ku wî daxwaz ji rêveberiya bajar kiriye ku tev li berxwedana Bendava Tişrînê bibe, lê rêveberan jê re gotiye ku parastina bajarokê xwe jî berxwedanî ye. Ev jî israra wî ya domdina parastina bajarokê xwe zêdetir kir.

Mihemed Salih Dawûd banga xweparastinê li tevahî beşên civakê kir û diyar kir ku "Xweparasatin peyameke ji dijmin re ku em dest ji erdê xwe bernadin û teslîm nabin."

Mihemed Salih Dawûd ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad û parastina destkeftiyên şehîdan  jî banga yekitî û xwedîderketina li QSDˈê li partiyên kurdî kir.

(bb)

ANHA