ˋDivê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bêˊ

Siyasetmedar Selah Derwêş bang kir ku divê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bê û got pêkanîna pergala navendî wê rejîma nû, weke rejîma berê, ber bi dîktatoriyê ve bibe, her wiha Tirkiye jî dixwaze hegemonya xwe li ser Sûriyeyê firehtir bike.

ˋDivê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bêˊ
20 ÇILE, 2025   07:04
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Selah Derwêş got ji ber ku rejîma dîktator a li Sûriyeyê 50 salî dom kir, Sûriye kete vê qonaxê. Derwêş got rejîma berê ya Sûriyeyê ferdî bû û beşdariya gel di tiştekî de qebûl nedikir, welatî birçî dikir û xwestekên wan paşguh dikirin.

Derwêş wiha domand: "Sûriyeyî li hember rejîma berê ya yekpartî aciz bûn. Lewma di 2011`an de li hember vê dîktatoriyê serî hilda û li xelasiyê geriyan."

Derwêş îşaret bi şaştiyên muxalefetê kir û got wan şaştiyan hişt ku rejîm li ser desthilatê bimîne, bi taybet piştî destwerdana hin dewletên ku piştgirî dida rejîmê û wiha pê de çû: "Hevalbendên rejîmê yên berê mîna Rûsya û Îranê îdî nikarîbûn parastina rejîmê bikirana."

Der barê rewşa hundirîn de Derwêş got: "Kiryarên rejîma berê hîştin ku welat bibe navenda narkotîk û çeteyan. Wê jî hişt ku Sûriyeyî girîngiyê nedin kesê piştre were ser desthilatê.  Ji lew re bi hilweşîna rejîmê pîroz kirin û alîkariyeke mezin di pêkanîna wê yekê de kir. Ji ber ku rejîma welat veguherandibû mezreyekê ji bo xwe û welatî paşguh dikir, artêşê parastina welat nekir."

Têkildarî rewaşa pêşerojê ya Sûriyeyê piştî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) rêveberiya hin herêman bi dest xist Derwêş ev axaftin kir: "Hikumeta demkî (Rêveberiya HTŞ) ji hêla kesê bi tundrawiyê tawanbar e hat avakirin. Ev yek jî realîstiyek. Eger HTŞˋê îdeolojiya xwe neguhere û dev ji radîkaltiya xwe bernede wê rewş girêktir bibe. Ferzkirina modela Idlibê li tevahî Sûriyeyê ne li gorî hêviyên Kurdan, xiristiyan, durzi, elewî û beşek mezin a Sunneyê ye."

Derwêş bang li El Colanî kir ku daxuyaniyên ji bo pêkhateyên din hatine dayîn, bixe pratîkê û wiha domand: "Divê sûriyeyî şer red bikin û banga îstîqrarê bikin. Sûriye ya her kesî ye ne girêdayî aliyekê yan jî ideolojiyekê ye."

Derwêş diyar kir ku civata navneteweyî tenê rewşê dişopîne û daxuyaniyên El Colanî jî têrê nakin û got: "Heke El Colanî bikare tevahî pêkhateyan tev li hikumetê bike, wê astengî û zehmetiyên mezin nemînin. Berovajî wê, wê bêîstîqrarî çêbibe. Sûriyeyî jî vê qebûl nakin."

DESTWERDANA TIRKIYEYÊ DAGIRKERÎ YE

Derwêş behsa destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî di Sûriyeyê de kir û got: "Dewleta Tirk a herî zêde destwerdan li Sûriyeyê kiriye. Lê destwerdana wê dagirkerin e. Tirkiye armanc dike ku li ser hesabê Îranê hegemonya xwe ya li Sûriyeyê firehtir bike. Lê ne sûriyeyî ne jî dewletên erebî vê yekê qebûl nakin."

Derwêş anî ziman mîna ku Sûriye wîlayeteke Tirkî be, Tirkiye wisa lê dinêre, lê civata navneteweyî û dewletên ereb vê yekê red dikin. Derwêş wiha lê gotina xwe zêde kir: "Divê Sûriye ya Sûriyeyiyan be û rêvebirina wê di destê wan de be."

Der barê çareseriya herî baş ya piştî hilweşîna rejîma Baasˋê de Derwêş diyar kir ku divê pergala nû nenavendî be ku sûriyeyî bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin û di navbera tevahî aliyên Sûriyeyê de diyalog û dan û standin çêbin ku şêweyê birêvebirinê diyar bikin. Ne pêkan e dewletek navendî ya dîktatorî ya nû were avakirin, ji ber ku ew îstîqrariyê pêk nayne.

Selah Derwêş di dawiya axaftina xwe de got: "Êdî Sûriyeyî bawer in ku divê li Sûriyeyê nenavendîbûna siyasî pêk bê ku mafên tevahî werin parastin û cihê wan di dewletê de werin xurtkirin."

(şx/fr)

ANHA